Daneşîna Doza Kobanê taloqî sibe hat kirin

  • 14:27 6 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê ku siyasetmedar û parêzer tevlî nebûn biryara ku heta sibe daneşîn bê taloqkirin hat dayîn.
 
Rûniştina 5'emîn a danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku hevsderokên giştî yên berê yên HDP'ê û endamên MYK'a wê jî di nav de 21 kes girtî  bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedora danişînê de nayên qebûlkirin parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî danişînê nebûn. Hejmarake zêde leşker û polisa li eywana danişînê ya parêzer û siyasetmedar lê ne amade bûn hatin bicihkirin. 
 
Ji ber redkirina daxwaza reda dadger ji bo îtîrazê serî li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatibû dayîn. Bêyî ku bersiva vê serlêdana îtîrazê bê dayîn danişînê dest pê kir û tenê 5 deqe berdewam kir. 
 
Serokê dadgehê ku danişîn da destpêkirin, daxwaznameyên hincetan ên parêzer û siyasetmedaran xwend. Dozgerê ku derbarê hincetan de mutalaa da, daxwaz kir ku bila hincetên tenduristiyê bên qebûlkirin û hincetên din ên parêzer û siaysetmedaran bên redkirin. 
 
Serokê dadgehê derbarê daxwazan de biryara navberê da û daxwaza siyasetmedar û parêzeran a derbarê tevlînebûna danişînê de red kir û heta sibê navber da danişînê. 

Etîketan:

kobanê doz