Hevseroka MEBYA -DER'ê û endamên wê tahliye bûn

  • 17:04 3 Kanûn 2021
  • Hiqûq
WAN - Hevseroka MEBYA -DER'ê Gulîstan Onver jî di nav de doza de 10 kesên ji heman dozê dihatin darizandin di daneşîna yekem a dozê de hatin  tahliyekirin.
 
Li Wanê di 19'ê Gulanê de  li17 kesî ji ber ku di bin banê MEBY -DER'ê de xebat meşandine bi hinceta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Doza ku ji 17 kesan 10 kes jê girtî dihatin darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.
 
Piştî parastinê navber hat dayîn û heyeta dadgehê derbarê 10 kesên girtî de biryara tahliyeyê da.
 
Doza ku 10 kesên girtî jê hatin tahliyekirin taloqî 18'ê Sibata 2022'yan hat kirin.