Doza Kobanê hat taloqkirin

  • 14:42 3 Kanûn 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Di doza Kobanê ya ku parêzer û siyasetmedar tevlî nebûn de bi hinceta "armanca dirêjkirina dosyayê heye" daxwaz hatin redkirin û rûniştin taloqî 6'ê Kanûnê hat kirin. 
 
Rûniştina 7’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Rûniştin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedara rûniştinê de nayên qebûlkirin parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî danişînê nebûn. Ji Baroya Enqerê weke çavdêr tenê parêzerek tevlî danişînê bû. 
 
Heyeta dadgehê, careke din daxwazên parêzeran red kir û piştî ku çend biryar girtin danişînê taloqî 6'ê kanûnê kir. 
 
 
 
 
 

Etîketan:

kobanê doz