Parêzerên Îpek Er: Divê beyana jinan esas bê girtin

  • 12:32 3 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
SÊRT - Danişîna biryarê ya doza çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand, dest pê kir. Dozger û parêzeran xwestin bersûc Mûsa Orhan bê cezakirin. Her wiha parêzer Nesrin Bilge, Gulan Çagin Kaleli û Hatice Demir jî parastin kirin û diyar kirin ku divê parastinên ku bersûc diparêzin neyên kirin û gotin divê beyana jinan esas bê girtin. 
 
Danişîna 5’emîn a doza derbarê çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand de bi sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê kir. Malbat û parêzerên Îpek Er, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Nûran Îmîr, gelek serokên baroyan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Jinan a Rosayê beşdarî danişînê bûn. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û rojnamevan negirtin eywana danişînê. 
 
Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir, bersûc Mûsa Orhan ji 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Serokê dadgehê bi hêceta ewlehiyê diyar kir ku bikaranîna telefonan a li eywana danişînê qedexe ye û xwest bên girtin. 
 
Parêzer li dijî vê qedexeyê derketin û xwestin şert û mêrcên azadiya agahîgirtinê bên avakirin û telefon bên vekirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekinînin (KCDP) xwestin beşdarî danişînê bibin lê dadgehê bi yek dengî daxwaza wan red kir. Parêzer li dijî vê derketin û xwestin ji ber saziyên jinane û mafên jinan diparêzin daxwaza wan bê qebûlkirin. Dadgehê xwest ku parêzer bi daxwaznameyê îtîraz bikin.
 
Piştî daxwaza tevlîbûna danişînê dadgehê evraqên hatin dadgehê xwendin û bi lêv kir ku nivîsa ji şîrketa Facebookê re hatiye nivîsin nehatiye bersivandin. 
 
Divê beyana jinan esas bê girtin
 
Di danişînê de parêzeran parastin kirin. Parêzer Nesrin Bilge, Gulan Çagin Kaleli û Hatice Demir jî parastin kirin û diyar kirin ku divê parastinên ku bersûc diparêzin neyên kirin û gotin divê beyana jinan esas bê girtin. 
 
Dozger xwest bersûc bê cezakirin
 
Pişt re dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest bersûc were girtin. Parêzerên pişt re mafê axaftinê girtin xwestin bersûc were cezakirin û girtin.