Ayşegul Çagatay: Li gorî kes û mijarê hiqûqê diguherînin

  • 09:11 29 Mijdar 2021
  • Hiqûq
Oznur Deger 
 
ENQERE - Parêzera ÇHD’î Ayşegul Çagatay der barê doza girtinê ya der barê HDP’ê de axivî û got: “DMME’ê  di biryara DTP’ê ya ji aliyê DBB’ê ve hat girtin de jî Tirkiye mahkum kir. Der barê HDP’ê de jî dikare biryarek binpêkirinê derkeve.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeryê bi daxwaza girtina HDP’ê di 7’ê Hezîranê de li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) doz vekir û  DDB’ê îdianameya hat pêşkêşkirin jî di 21’ê hezîranê de qebûl kir. HDP’ê parastina pêşîn di 5’ê mijdarê de da DDB’ê. DDB’ê di 11’ê Mijdarê de di çarçoveya doza girtina HDP’ê de prastina pêşî ya partiyê şand Dadgeriyê. Neheta niha DDB’ê li welat der barê 26 partiyên siyasî de biryara girtinê da û doza der barê HDP’ê de vekiriye jî didome.
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Ayşegul Çagatay, der barê doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin de nirxandin kir.
 
‘Piştî daxuyaniya Bahçelî doz hat vekirin’
 
Ayşegulê got dema desthilatdarî û hevkarên wan dikevin tengasiyê serî li êrîşandidin û salek berê lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî der barê girtina HDP’ê de axaftin kiribû.  Ayşegulê wiha got: “Piştî van axaftinan Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê bi daxwaza girtina HDP’ê îdianame amade kir. Îdianame ewil ji aliyê DDB’ê ve hat radestkirin. Piştre îdianame dîsa beyî bê guhertin şandin DDB’ê. DDB’ê qebûl kir. Beriya îdianameya duyem bê amadekirin li HDP’a Îzmîrê Denîz Poyraz hat qebûlkirin. Ev tiştên wisa berê jî hatibûn kirin. Beriya hilbijartinan teqandina bombeyan li welat  pêk hatibûn.”
 
‘Bi biryarê wê aliyên xwe diyar bikin’
 
Ayşegulê daxuyakirin ku di îdianameya girtinê de ji bo girtinê hincetek têr tune û welat û DDB di vê mijarê de gelek bi sabiqeye û wiha dirêjî dayê: “Ji aliyê DDB’ê ve heta niha 26 partiyên siyasî hatine girtin. Di alî hiqûqî de hinek guherîn mijara gotinê ne. Berê riya serlêdanan nevekirîbû û DDB’ê ev biryar didan. Niha piranî siyasetmedarên navê wan di îdianameyê de hene dosyayên wan li DDB’ê hene. Biryara ji bo girtina partiyê bê dayîn wê bandor li dosyayên din jî bike û aliyên xwe diyar bikin.”
 
‘Faşîm ji pêkanînên xwe jî eciz e’
 
Ayşegulê her wiha biryara DMME’ê ya der barê biryara girtina DTP’ê ya DDB’ê dabû jî, bibîr xist û ev tişt bi lêv kir: “DMME’ê ji ber vê biryara DDB’ê Tirkiye mahkum kir. Di alî HDP’ê de jî ji nûve dikare biryara binpêkirinê derkeve.  Desthilatdarî û hevkarên xwe ji bo berjewendiyên xwe xizmetê dikin û hiqûqê bi aşkera bin pê dikin.  Em dibêjin ‘Tirkiye dewleta hiqûqî ya demokratîke.’ Faşîzm pêkanînên xwe jî nikare pêk bîne û ji pêkanînên xwe jî ecize.  Ev nikare wisa bidome. Gel jî nikarin vê rewşê qebûl bikin. Bi doza girtinê îradeya gelan tune tê hesibandin. Yên behsa îradeya netewî dikin, bi gotinên xwe re dikevin naqokiyê.”
 
‘Li gorî kes û mijarê hiqûqê diguherin’
 
Ayşegulê di berdewamiyê de wiha vegot: “Dewleta hiqûqî tenê li ser kaxizê heye. Di pêvajoyên wisa de dewleta hiqûqî ‘dewleta hiqûqî ya qaşo’ ye. Dema partiyên muxalefetê dibin mijara gotinê hiqûq û  demokrasî tê rakirin. Berê li AKP’ê jî doza girtinê hat vekirin. DDB’ê biryara reda girtinê da. Piştre AKP’ê ji bo partî neyên girtin sererastkirinên qanûnî yên zor derxistin. Li gorî kes û mijaran hiqûqê diguherin. Girtina partiyan encama pergala li ser dijhiqûqiyê hatiye avakirinê ye.”
 
‘Li ser îfadeyên şahidên veşarî nikare hikûm bê avakirin’
 
Ayşegulê wiha dawî lê anî: “Di hiqûqa ceza de delîlên cuda mijara gotinê ne.  Şahidên veşarî an jî şahidê îtîrafkar, dikeve ‘koma îfadeyê’.  Delîlên îfadê di hiqûqa ceza de delîlên herî kêm pê bawerî heye. Ji ber vê jî tenê li ser van tenê esas girtina van ne pêkane û hukm nikare li ser bê avakirin. Hewl didin hemû civakê teslîm bigirin. Dibêjin ‘em nikarin her tiştî bikin, hun neçarin serî bitewînin.’Daraz jî bi awayekî girêdayê desthilatdariyê ye. Teşeyên tayînkirina HSK’ê, diyarkirina endamên DDB û Dadgeriyê, nîşan dide ku daraza serbixwe û bêalî ji holê rabûye. Ev jî nîşan dide ku gelek qelsin.  Kengê qels bikevin  serî li rêbazên êrîşê didin.”