12 sal şûnde doz li Rojnameger Nazan Sala hat vekirin

  • 13:11 27 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Piştî 12 salan şûnde bi iddiaya nûçegîhana ROJ TV'yê ye li rojnameger Nazan Sala doz hat vekirin.
 
Lêpirsîna ku di sala 2019'an bi  iddiaya ku nûçegîhana ROJ TV'yê ye derbarê rojnameger Nazan Sala de hatibû destpêkirin bi encam bû û piştî 12 salan doz lê hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber girteka lepirsînê ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di sala 2009'an de girtibû ket tevgerê. Dema ku hewldanên girtina ROJ TV'yê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin dayîn, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê xebatkarên televîzyonê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di sala 2021'ê de biryara bêrayetiyê hatibû dayîn. Ji ber ku navê wê jî di vê lêpirsînê de derbas dibe Serdozgeriya Komarê ya Wanê, derbarê  rojnameger Nazan Sala de doz vekir. Dozgeriyê, bi sûcdariya "emdamtiya rêxistinê" dozname amade kir. Dozname ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. 
 
Îddiaya nûçegîhana ROJ TV'yê ye
 
Di doznameyê de hatiye iddiakirin ku ROJ TV weşana PKK-KCK’ê ye û propagandaya rêxistinê kiriye û rojnameger Nazan Sala jî nûçegihantiya ROJ TV'yê ya Wanê kiriye û tevlî sûc bûye. Balkêş e rexmî sûcê ku tê iddiakirin hatiye kirin di sala 2008'an de pêk hatiye jî di doznameyê de weke ku di sala 2017'an de hatiye kirin, hatiye nîşandan. 
 
Dixwazin du dozan bikin yek
 
Dozger, xwest ku vê dosyaya Nazan Sala bi dosyaya Nazanê ya Doza Helîkopterê ya ku Nazanê jî di nav de 5 rojnameger bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tên darizandin re bikin yek.
 
Her wiha 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku dozname qebûl kir, bi hinceta ku di navbera wan de têkiliya hiqûqî û fîlîlî heye biryara yekkirina her du dosyayan da.
 
Girtina ROJ TV'yê
 
ROJ TV di sala 2004'an de li Danîmarkayê dest bi weşanê kiribû û di sala 2012'an de ji aliyê Dadgeha Bajar a Kopenhagê ve ceza lê hatibû birîn û weşana wê hatibû bidawîkirin.