Parêzerên Doza Kobanê: Ew li hundir em ê jî li dervê têbikoşin

  • 14:11 25 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Parêzerên ku di Doza Kobanê de siyasetmedarên jin diparêzin, diyar kirin ku jinên tên darizandin tenê ji ber têkoşîna jinan tên darizandin û gotin: "Ew li hundir têkoşîna xwe didomînin, em ê jî li derve jî têkoşîna xwe didomînin."
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Enqerê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqerê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hiqûqa Civakî û endamên Platforma Jinan a Enqerê bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji bo siyasetmedarên jin a ku ji Doza Kobanê tên darizandin li avahiya OHD'ê ya Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xist. 
 
Parêzer Sînem Coşkun di civînê de axivî, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û got: "Saziyên jinan girtî ne, yên ji bo jinan têdikoşin tên girtin û bi zextên darazê re rûbirû dimînin. Mînakên vê yekê gelek in, lê yek ji van zextên li ser jinan Doza Kobanê ye. Di vê dozê de kesên ku di nava têkoşîna jinan de cih digirin tê darizandin. Dixwazin bi darizandinê jinan bitirsînin. Lêpirsîna ku 6 sal berdewam kir de tu binçavkirin nehat kirin, di dosyayê de biryara nepenîtiyê hat girtin û di encama operasyoneke siyasî de gelek kes bi awayekî komî hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de gelek jin hene."
 
Sînem, da zanîn ku divê neyê ji bîrkirin ku salek piştî mirina Xwişkên Mîrabal dîktatorî bi dawî bû û wiha bilêv kir: Em dizanin ligel her cureyên êrişan dê têkoşîna jinan bi ser keve. Em li vir bang li herkesî dikin ku di 29'ê mijdarê de tevlî tevlî danîşînê bibin."
 
Parêzer Çîgdem Kozan jî di civîna çapemeniyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi komî tu hincet tuneyî darizandinek pêk tê. Piştî bisalan tên binçavkirin. Ev kesên ku tên girtin jî jinên ku bi salane di nav têkoşînê de cih digirin e. Jin her tim li dijî zîhniyeta serdest derket û bû hedefa desthilatdaran. Lê em baş dizanin ku dê jin pergala heyî biguherîne."
 
Parêzer Nûray Ozgogan, jî bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û diyar kir ku li hemberî Ayselê dijminatiyek tê kirin. 
 
Parêzer Mavîş Aydin, jî wiha got: "Ew li hundir têkoşîna xwe didomînin, em ê jî li derve jî têkoşîna xwe didomînin."