Danişîna doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin

  • 15:47 24 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rûniştina 3’yemîn a doza Dayikên Şemiyê li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Heyeta dadgehê doza dayikan taloqê 23'yê adarê kir. 
 
Dayikên Şemiyê di 25’ê tebaxa 2018’an de li Qada Galatasarayê ya Taksîmê xwestin çalakiya 700’emîn li dar bixin. Polîsan mudaxileyî dayikan kir gelek ji wan hatin binçavkirin. Derbarê 46 mirovên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’yemîn a doza dayikan li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Beriya danişînê daxuyanî li ber edliyeyê hat dayîn. Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
  
Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV)  Ûmît Efe di destpêkê de daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev darizandin cezayê li Dayikên Şemiyê û gelan tê dayîn û got: "Ji ber ku em li dijî pêkanînên hiqûqî ne, em îro li vir in. Dayikên Şemiyê 26 sal in nûnertiya gelek nirx û mafan dikin. Ev êriş êrişa li dijî maf û azadiyên ku Dayikên Şemiyê sembolîze dikin. Ev êrişa li dijî aştiyê û azadiya ramanê ye. Em êrişa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Tevî ku ji bo lêgerîna windayan û pirsîna aqûbeta wan ti hewldan nehatiye kirin. Divê ev doz were betalkirin. Ev doz ji bo me betal e. Ji ber ku sûcekî bi vî rengî tune ye, tê xwestin ku mafên mirovan û têkoşîna maf û azadiyan bê bêdengkirin.”
 
Xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de hat qetilkirin Masîde Ocak jî edliyeyê nîşan da û pirsa “Baş e wê kî were darizandin?” kir û got: “Li şûna kujeran malbat û xizmên windayan tên darizandin. Ev nayê qebûlkirin. Em li kuçe û kolanan bûn û em ê her li meydan û kolanan bin. Em îro dîsa qîr dikin û bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û Qada Galatasarayê bin.” 
 
Piştî daxuyaniyê Dayik û Mirovên Şemiyê derbasî avahiyê bûn û çûn eywana danişînê. 
 
Di danişînê de 29 kesên ku beriya niha îfade nedabûn û bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn. Parêzeran dest bi parastinê kir. Her wiha parêzeran daxwaz kir ku heyeta dadgehê bê guhertin û gotin ji ber ku serokê dadgehê ne serbixwe ye. 
 
Parêzeran bertek nîşanî neqûbûlkirina daxwazan da û nêzikatiya heyeta dadehê bi çepik xistinê şermezar kir.  Piştre jî salona dadgehê derketin. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku kesên ku tevlî danişînê nebûne bi zorê tevlî danişînê bikin û piştre jî danişîn taloqê 23'yê adara 2022'yê kir