Danişîna doza 'Meşa ku pêk nehatî' hat dîtin

  • 13:53 23 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
WAN - 1'emîn danişîna doza ku der barê 7 jinên ku li ser medyaya dîjîtal banga tevlêbûna meşê ya bi dirûşma "Peymana Stenbolê zindî dike" hat kirin, îro hat dîtin. Polîsên ku di danişînê de wek şahid hatin guhdarîkirin gotin: "Ji ber ku meş pêk nehat û bê pirsgirêk bi dawî bû." 
 
Di 10'ê nîsanê de li Wanê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê meşek hat lidarxistin û li ser medyaya dijîltal jî ji bo tevlîbûna meşê bangewazî hat kirin. Derbarê çalakiyê der barê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û Komeleya Jinan a Star de doz hat vekirin. 1'emîn danişîna dozê li di 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Rêya Armûşê Canan Uzunay, hevşaredara Tuşbayê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Ayşe Mînaz, aktîvîsta TJA'yê Dîlan Yildiz, hevşaredara Begirê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Leyla Balkan, rêvebera HDP'ê ya bajêr Nurcan Kayar, endama Komeleya Jinan a STAR'ê Rojbîn Bor û parezêrên wan tevlî danişê bûn. Ceyda Dîndar a ku girtî jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. 
 
Piştî tespîta nasnameyan danişîn dest pê kir. Di serî de Ceyda parastina xwe kir û got: "Ez tevlî meşê nebûme lê derbarê min de doz hatiye vekirin û îro jî ez têm darizandin." Dîlan Yildiz, Rojbîn Bor û Ayşe Mînaz parastina xwe kir. 
 
Polîsên ku wek şahîd hatî nîşandan jî hatin guhdarkirin. Polîsan diyar kir ku ji ber destûr ji çalakiyê re nehatiye dayîn çalakî pêk nehatiye, ji ber vê sedemê jî bûyer deneketiye holê. 
 
Piştî ku parêzer parastinê kir heyeta dadgehê ji bo temamkirina belgeyên kêm danişîn taloqê 17'ê adara 2022'yan kir.