Rojnameger Ayşe Kara berat kir

  • 12:15 9 Mijdar 2021
  • Hiqûq
AMED - Rojnameger Ayşe Kara ji doza bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin berat kir. 
 
Bi hinceta Rojnameger Ayşe Kara beşdarî meşa 2016'an ku lê nûçe şopandiye bûye, endama Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ên bi KHK'ê hatine girtine, li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) faliyet daye meşandin bi îdiaya "Endama rêxistina bi çek e" doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya doza li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe beşdarî rûniştinê nebû û parêzerê wê Resûl Temûr li rûniştinê amade bû. 
 
Dozger di mutalaya ku da de xwest Ayşeyê ji ber "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin. 
 
Parêzerê Ayşeyê Resul li dijî muetalaya derbarê esasê de parastin kir. 
 
Dadgehê derbarê qedexeya derketina derve ya Ayşeyê de tu biryar neda û biryara beratê da.