Dadgerê Doza Kobanê ji peywirê hat girtin

  • 11:39 8 Mijdar 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Serokê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ku ji bo Doza Kobanê bi taybetî hatibû peywîrdarkirin, ji peywîrê hat girtin. 
 
Serokê 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ku bi taybet ji bo Doza Kobanê ya Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksek Dag û Selahattîn Demîrtaş, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê di nav de derbarê 21 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, hatibû peywîrdarkirin bi biryara Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ji peywirê hat girtin. 
 
Yek ji endamên dadgehê Yildiray Kaya ku bi demkî li rûniştina 2’yemîn a doza 4’emîn a Doza Kobanê ya 21'ê Îlonê dinêrî, îdîa kir ku testa Kovîd-19’ê ya Çolak pozîtîf derketiye. Tevî ku testa Çolak pozîtîf derket jî danişîn nehatibû taloqkirin û di 23’yê Îlonê de di serokatiya Kaya de hatibû lidarxistin. Di 5’emîn danişîna dozê ku di 18 'ê Cotmehê de dest pê kir de, serokê demkî yê dadgehê Kaya diyar kiribû ku Çolak ji ber nexweşiya xwe mehek an du mehan nikare beşdarî danişînan bibe. 
 
Bi biryara HSK’ê ya di 4’ê Mijdarê de endamê 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê Kaya wek serokê dadgehê hat tayînkirin. Bi heman biryarê ji 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Mûrat Donmez tayinî şûna Kaya hat kirin.