Parêzer Ekîn Baltaş: Pakêtên darazê li gorî AKP’ê bi teşe dibin

  • 09:04 8 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL- Parêzer Ekîn Baltaş diyar kir ku pakêtên darazê li gorî hewcedariyên AKP’ê bi teşe dibin û got: “Desthilatdariya pakêta Stenbolê rakir, ji bo wekheviya zayenda civakî û mafê jinan gavan  navêje.”
 
AKP ku naçe guherîna destura bingehîn ya nû, ji bo pergala hiqûqa xwe ava bike, pakêtên cuda yên darazê derdixe. Serokomarê AKP’ê Tayîp Erdogan di 2019’an de di çarçoveya ‘Belgeya Stratejiya Reforma Darazê’ de  pakêtên reformê derxistin û ya 5’emîn jî di 3’ê Mijdarê de pêşkêşî meclîsê hat kirin û di Komîsyona Edeletê de jî hat erêkirin. Di pakêta 4’an de ji bo sûcên êrîşa zayendê, şertê lêgerîna delîlên şênber dihat xwestin û bertekên li dijî wê hîna diodmin. Di pakêta nû ya darazê de jî tê hedefkirin ku komîsyonên sulhê bên avakirin.  Bi pakêtên darazê re, fêdeya ji bo jin û zarokan tê piştguhkirin û nûbûnên cur bi cur pêk tînin.
 
 ‘Naveroka komîsyonên sulhê nayê zanîn’
 
Parêzer Ekîn Baltaş der barê pakêtên darazê yên bi hevkariya AKP-MHP’ê tên derxistin de nirxandin kir û got li şûna komîsyona sulhê ya ku wê nû bê avakirin, niha du pergalên wek navbeynkar û durxistinê hene û ev her du pergal di qadên cuda yên dozan de tên bikaranîn. Ekînê wiha dirêjî dayê: “Navbeynkarî di dozên hiqûqê de, durxistin jî di qada hiqûqa sûc de, bêguman di sûc de di serlêdana jinan de, ewil bi kesên ku şîdet kiriye re hevdîtin tê kirin. Destberdana ku bi lihevkirin û navbeynkariyê nakin,  dixwazin van projeyan asteng bikin. Ji ber ku karekî din yê ku komîsyona sulhê bike tune ye. Naveroka komîsyonên sulhê jî nayê zanîn. Kî di van komîsyonan de cih digire kî li van dozan dinêre nayê zanîn. AKP ji bo pergala daraza xwe bike, ji bo kadroyên xwe di darazê de bi cih bike vê gavê davêje.”
 
‘Ev rêbazeke manîpulasyonê ye’
 
Ekînê bi lêv kir ku di gotinên serokomar û siyastmedarên AKP’ê de jî fêdeya jinan li ber çavan nayê girtin, berojvajî vê argumanên dijberê jinan tên hilberandin û Peymana Stenbolê jî bi vê armancê hatiye rakirin. Ekînê wiha daxuyand: “Komîsyonên Sulhê di esasê de ji bo sînorkirina destkeftiyên demokratîk tînin.  Darizandinên ku der barê jin û zarokan de qelsin, bi sererastkirinên wisa wê zehmetir bibin. Armanca wan ev e ku jin serî li darazê nedin, zarok gilî nekin. Dozên êrîşên zayendî venebin. Ev rêgazeke manîpulasyonê ye. Der barê kesên şîdetê dikin de darizandineke bi bandor nayê kirin.”
 
‘Pêngavên dijberê jinan davêjin’
 
Ekînê got bi pêngavên wekê rakirina Peymana Stenbolê û derxistina 4’emîn pakêta darazê re, AKP’ê pêngavên dijberê jinan avêtine û wiha bi lêv kir: “Mirov nikarin ji bo desthilatdariya ku peymana Stenbolê rakiriye, bêjin ku pêngavên erênî yên wekheviyê esas digire, davêje. Ger Peymana Stenbolê bi bandor pêk bihata, di mijara  6284’an de ji bo hêzên ewlehiyê perwerde bihata dayîn, navê tedbîrên parastinê bi rastî danîbûna wê hewce bi hukmên zêde nemana.  Bi van pakêtan hewl didin jinan hepsê malê bikin.”
 
Ekînê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “ Derxistina pakêtên darazê û guherîna di qanûnan de pêvajoyek ne normal e. Pakêtên darazê li ser hewcedariyên AKP’ê tên teşekirin. Ne pêkane ku ev pakêt kêrî tiştekî bikên. em li welatekî ku serbixwebûna darazê tune ye de dijîn. Pêketina hiqûqê bi guherîna qanûnan tenê nabe. Desthilatdarî guherînên di darazê de bêdeng û veşarî pêk tîne.Wek tişta di Peyamana Stenbolê de jî pêk hat, di carekê de guherîna di qanûnan de ji bo wan bi fêde ye.”