'Doza KCK'ê ya Stenbolê' hat taloqkirin

  • 12:12 4 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL - 'Doza KCK'ê ya Stenbolê' ya 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin bi daxwaza temamkirina kêmasiyan hat taloqkirin.
 
45'emîn rûniştina 'Doza KCK'ê ya Stenbolê' ya 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de siyasetmedarên berdayî tên darizandin û parêzerên wan amade bûn.
 
Bi eşkerekirina nasnameyê rûniştinê dest pê kir. Şandeya dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmasiyan rûniştin taloqî 17'ê Sibatê kir.