Dê derbarê Fatma Gultekin de mutala bê dayin

  • 14:12 3 Mijdar 2021
  • Hiqûq
AMED - Di doza endama Avakirinê ya Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin de dadgehê ji bo amadekirina mutalayê dosya şand Dozgerê Komarê. 
 
4'emîn rûniştina doza bi idiaya "endamtiya rêxistinê" li endama Avakirinê ya Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de Fatmayê û parêzeren wê Gozde Engin û Şeyhmus Bayhan amade bûn. 
 
Piştî navebereke kurt biryar hat dayin ku ji bo amadekirina mutalayê dosyayê bişînin Dozgerê Komarê. Rûniştin taloqî 20'ê Sibata 2022'yan hat kirin.