Doza Ozgurlukçu Demokrasî ji nû de hat dîtin

  • 12:31 3 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Di rûniştina doza 6 rojnamegerên di Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin de dixebitîn qedexeya derketina derve ya li ser rojnamegeran dîsa ranebû.
 
Rûniştina doza derbarê 6 rojnamevanên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû, Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun, Îshak Yasûl û Îhsan Yaşar ên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” , “Sorkirina dijminatiya gel” û “Alîkariya rêxistinê” tên darizandin û parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz li danişînê amade bûn. Rojnamevan Pinar Tarlak beşdarî danişînê nebû. 
 
Dadgehê, têkildarî dosyayên ji dadgeha îstînafê vegeriyan mafê axaftinê da parêzeran. Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Parêzeran xwest ku muwekîlên wan ji danişînan bên mûafkirin û qedexeya derveyî welat a derbarê muwekîlê wan de were rakirin. 
 
Dozgeriyê jî xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê, daxwaza parêzeran a temamkirina kêmasiyên dosyayê qebûl kir, biryara berdewama pêkanîna qedexeya derveyî welat da û danişîn taloqî 17’ê Sibata 2022’yan kir.