Mayina di girtîgehê de ya bi Sakîne Cansiz re kirin sedema girtinê

  • 14:13 2 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Darizandina 21 siyasetmedarên ji ber doza qirkirina siyasî ya Kobanê didome. Di biryara berdewamiya girtinê de îbareyên kopî bike-pê bixe hat bikaranîn. Mayina Gultan Kişanak a bi Sakine Cansiz a li girtîgehê wekî hincet berdewamiya girtinê hat nîşandan. 
 
Tekildarî çalakî û serhildanên Kobanê yên 6-8’ê cotmeha 2014’an endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin. 5’emîn danişîna doza Kobanê hat dîtin. Sedema berdewamiya girtina siyasetmedaran di pergala UYAP’ê de hat parvekirin. Heyeta dadgehê di 7 rûniştinên dozê yên di 18, 19, 21, 22, 25, 26 û 27’ê cotmehê de hatin dîtin, der barê 21 siyasetmedaran de bi hinceta “Hebûna delîlên şênber ên şika sûcê bi hêz, bi sûcdariyê tê kirin re li hev tê” û “Gumanên ku birevin heye” biryara berdewama girtina wan da. 
 
Îfadeyên berê hatin dubarekirin
 
Dadgehê di hinceta berdewamiya girtinê de îfadeyên berê dubare kirin. Heyetê îfadeyên şahidên nepen wekî delîlên sûc nîşan da. Di biryarê de ji bo hemû girtiyan heman hincet hat rêzkirin. Hincet wekî “Hewldana zextan” nîşan dan. 
 
Daxuyaniya wekî sûc hat dîtin
 
Dadgehê di berdewamiya biryarê de daxuyaniyên siyasetmedaran ên di demên cuda de wekî hinceta sûc nîşan da. Dîsa hincet ên berê kopî kirin û dubare kirin. Ji bo 21 girtiyan îfadeyên wekî “Hat famkirin ku lêpirsîn neketiye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Bangên ji aliyê Lijneya Rêveberiya Navendî de zor li rêxistinê hatiye kirin. Di daxuyaniyên gelek şahidan de hatiye dîtin. Li ser bersûcan şikên bi hêz hene” hincet hat nîşandan. 
 
Heman îfade, kirin sedema berdewamiya girtinê
  
Dadgehê ji bo 21 girtiyan ifadeyên berê kopî kirin û bi biryara nû ve zeliqandin. Heman îfade, kirin sedema berdewamiya girtina Aynûr Aşan a di 15’ê cotmehê de hatibû girtin. Lê Aynûrê piştî hat girtin, di danişîna yekemîn de got hêj îdeaname negihiştiye destê wê. Aynûrê, gotibû ‘Piştî Îddîaname gihişt destê min ez ê parastina xwe amade bikim.
 
Mayina di girtîgehê de ya bi Sakîne Cansiz re kirin sedema girtinê
 
Heyetê ji bo berdewamiya girtina Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî hincetên balkêş nîşan da. Heyetê îfadeya şahida nepen Gul Tanriverdî a der barê Gultan Kişanak de gotiye “Bi Sakine Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin re li girtîgehê mane. Di nava rêxistinê de wekî kesa herî tê hezkirin’. Heyetê hevaltiya Gultan Kişanak a bi Sakine Cansiz re kirin sedem ku Gultan Kişanak girtî bê darizandin. 
 

Etîketan:

kobanê doz