Ceza li hevserokên HDP’ê yên Êlihê birîn

  • 15:52 28 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
ÊLIH - Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" salek û 8 meh cezayê girtinê li hevserokên HDP’ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû birîn. 
 
Rûniştina 4’emîn a doza hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat. Fatma û Omer bi hinceta ku li avahiya partiyê "afîşên li dijî qanûnê" daliqandine di 29’ê gulana 2020’an de hatin binçavkirin. Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Rêveberên HDP'ê, malbatên hevserokan û parêzer di danişînê de cih girtin. 
 
Parêzer Zedan Ekrem anî ziman ku poseterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne sûce, biryarên emsal ên Dadgeha Bilind û Destûra Bingehîn (AYM) ên derbarê vê girtî heye nîşanda. 
 
Şandeya dadgehê ji bo hevserokan salek û 8 meh ceza birî. Ceza hatin taloqkirin.