'Di doza Pirsûsê de ne bersûc em hatin darizandin'

  • 11:42 27 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
Derya Ren-Rozerin Gultekin
 
RIHA / STENBOL - Sezin Uçar a ku di doza Pirsûsê de şandeya dadgehê derbarê wê de gilî kir da zanîn bibîranîna peywirên şandeyê wekî heqaret hat dîtin. Her wiha ji birîndarên Pirsûsê Çagla Seven jî wiha got:"Dadgeha heyetê derbarê me de lêpirsîn da destpêkirin û bû sedem ku navên me li gel ên bersûcan bên nivîsandin. Derket ortê ku ne bersûc em tên darizandin."
 
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de endamên Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re li Navenda Çandê ya Amarayê hatin gel hevdu û DAÎŞ'ê êrişî wan kir. Di êrişê de 33 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Dirûşma biryarê ya doza derbarê komkujiyê de di 22'yê Cotmehê de hat dîtin. 
 
Ji bersûcên komkujiyê Yakup Şahin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê beşdarî dirûşmê bû. Kesên di komkujiyê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dan jî li eywanê amade bûn. Piştî demek kurt a destpêkrina dirûşmê şahidên xwestin mafê axaftinê bigirin ji aliyê şandeya dadgehê ve ji eywanê hatin derxistin. Şandeya dadgehê şahid û parêzer bi dirêjkirina dema dozê sûcdar kir. 
 
Di dirûşmê de dadgehê 34 caran cezayê muebeta giran, 900 sal û 40 hezar TL cezayê pere li bersûc Yakup Şahin birî. Her wiha derheqê Çagla Seven a ji komkujiyê birîndar rizgar bû, Parêzer Sezin Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu,  Koray Turkay, Fetih Aydin de bi hinceta parastinên wan li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê sûc hat kirin. 
 
Têkildarî gilîkirina sûc a şandeya dadgehê parêzer Sezin Uçar û Çagla Seven axivîn. 
 
'Hemû daxwazên me ji aliyê şandeya dadgehê ve hatin redkirin'
 
Sezin Uçar da zanîn ku ji bo rastiya maddi ya di Komkujiya Pirsûsê de bê eşkerekirin wan xwestiye dosya bê berfirehkirin û hemû bersûc bên darizandin lê belê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û wiha domand:"Me xwest li serokê wê demê Ahmet Davutoglu bê guhdarkirin û lêkolîn li ser kesên têkiliya wan bi DAÎŞ'ê re heye bê kirin. Her wiha me xwest delîlên derbarê vê yekê de jî bên lêkolînkirin lê belê ev daxwazên me hatin redkirin. Şandeya dadgehê di vê dozê de tenê ceza da Yakup Şahin. Me xwest doz bi berfirehî bê meşandin ger ne wiha be dê dadgeh bi awayekî bêalî nikaribe tev bigere. Lê ev daxwaz jî nehat qebûlkirin. Parastin û daxwazên me kirin wekî tehdît û heqaretekê hat qebûlkirin.Dadgeha heyetê derbarê me de lêpirsîn da destpêkirin û bû sedem ku navên me li gel ên bersûcan bên nivîsandin. Derket ortê ku ne bersûc em tên darizandin."
 
'Tê xwestin daraz di bin bandora îktidara siyasal de bê hiştin'
 
Sezin da zanîn tê xwestin daraz di bin bandora îktidara siyasal de bê hiştin û wiha pê de çû:"Bingeha dozger û dadgeran hat guhertin. Pêvajoya tayinkirina endamên dadgeha destûrî hat guhertin, daraz ket bin hukmê  îktidara siyasal. Loma zexta li ser meqamên parastinê û parêzeran zêde bû. Me di doza Pirsûsê de jî dît ku parêzer di îcakirina pîşeya xwe de ne azad in. Tê xwestin em dest ji têkoşîna edaletê berdin. Me doza vê dosyayê bir îstinafê. Dema me rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî kir şûnde em ê serî li AYM'ê bidin."
 
'Kesên ku tevlî çalakiyan bûn hatin sûcdarkirin' 
 
Çagla Seven, da zanîn ku ku ji destpêka dozê heta îro şopandina danişînê hatiye astengkirin û got: "Divê dosya li cem yekî tenê neyê komkirin û neyê girtin. Li hemberî dosyayê biryara nepeniyê hat dayîn. Ji ber vê sedemê jî faîlê Komkujiya Pirsûsê çû Enqereyê û li vir jî komkujiyek pêk anî. Îdianameya ku ji bo Komkujiya Pirsûsê hatî amadekirin, tenê li ser esasê kesên ku tevlî çalakiyê bûne hatin hedefnîşandan. Malbatê di nav çekan de lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Şandeya dadgehê nehişt ku em di danişînê de biaxivin. Dema danişînê leşker dianîn. Kesên ku dihatin darizandin ne bersûc em bûn." 
 
'Ne bersûc em tên darizandin' 
 
Çagla, destnîşan kir ku li salona dadgehê derfeteke edaletê nîne û wiha bi lêv kir: "Ji civakê dûr darizandinek pêk tê. Cihê ku ev qas ewlehiya wê heyî bersûc neanîn danişînê. Li vir ne qetlîam tenê Yakup Şahîn dihat darizandin. Kursiyên bersûcan vala bûn. Xwezî li dadgehê ji bilî axaftinên me çend delîl jî hebûna. Tu daxwazên me ji hêla şandeya dadgehê ve nehat qebûlkirin û doz hat girtin. Dozên qetlîamên li vî welatî tu carî bi encam nabin û ev tişt jî dibe sedema jiyana bê ewlehî. Em her tim dibêjin ku di dozên bi vî rengî de li hemberî civakê sûcek tê kirin. Heyeta dadgehê wisa kir ku derbarê me de lêpirsin hat destpêkirin û navê me û navê faîl di heman cihî de hat nivîsîn. Derket holê ku ne bersûc em tên darizandin."
 
‘Em deyndar in...' 
 
Çagla, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tiştên ku me li dadgehê dît wêneya rewşa dadê ye. Ji serê ewil jî baweriya me bi edaleta li salona dadgehê nedihat. Ji ber vê jî em her tim li kolanan bûn û li kolanan em li pey edaletê ketin. Biryarên ku hatî dayîn ne edalet e. Edalet ne tijêkirina cendermeyan a li salona dadgehê ye. Edalet wijdana civakê ye. Civak kujer baş nas dike. Divê bê zanîn ku em ê tiştên hatî jiyîn li her derê vebêjin. Ji ber ku em deyndarên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û em deyndarên civakê ne."