Cezayê dîsîplînê li Leyla Guven û Hulya Alokmen hat birîn

  • 14:58 21 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
XARPÊT - Ji ber gotina stranên bi kurdî tevî siyasetmedarên kurd Leyla Guven û Hulya Alokmen li 10 girtiyên jin ceza hatibû birîn û li dijî vî cezayî jî îtiraz hatibû kirin. Lê belê dadgeriyê da zanîn ku biryara hatiye dayin di cih de ye û di heman demê de jî biryara cezayê dîsîplînî û qedexeya têkiliyê ji bo 10 jinan hat dayin. 
 
Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen û 8 jinên din de ji ber li Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê stranên bi kurdî gotibûn û govend gerandibûn ceza hatibû birîn. Ji bo vê yekê qedexeya hevdîtinê dabûn jinan. Li ser îtiraza Leyla û Hulyayê daxwaznameya îtirazê di 15'ê Îlonê de wekî rûniştinê hat lêkolînkirin. Di rûniştinê de Leyla û Hulyayê xwestin bi kurdî parastinê bikin lê belê dadgehê got divê heqê tercumantiyê ji Leyla û Hulyayê bê xwestin li ser vê yekê Leyla û Hulya dayina heqê tercumantiyê qebûl nekiribûn. 
 
Parêzeran piştre têkildarî bûyerê li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê îtiraz kir. Dadgeriyê biryara xwe ya îtirazê da. 
 
Di biryarê de hat gotin stranên jinan di girtîgehê de gotiye li dijî girtîgehê gef e .
 
Dadgehê îtiraz red kir û biryara cezayê dîsîplînê ji bo 10 jinan hat dayin. 
 
Parêzeran diyar kirin ku ew ê têkildarî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bixin.