Daneşîna 1'emîn a gûmanabarê êrîşa zayendî dê bê dîtin

  • 09:38 3 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Mêrê bi navê Burak Ercan yê ku li nêzî 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kiribû, îtîraza wî ya berdanê hat redkirin û  yekemîn daneşîna doza wî dê di 27’ê Cotmeha 2021’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê tê dîtin. Parêzerên zarokan ku gotin gelek zarokan ji ber zextan îfadeyên xwe paşve kişandine banga xwedîderketina li dozê kirin.
 
Mêrê bi navê Burak Ercan li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar û di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, di 2019’an debi peyamên telefonê li 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kirbû. Piştî 5 xwendekarên ku peyam jê nebirin û bi rêveberiya dibistanê re parve kiribûn bûyer aşkera bibû. Herwiha heman xwendekaran di dema serlêdanê de diyar kiribûn ku hin hevalên wan tirsiya ne û bêdeng mane. Piştî ku bûyer aşkera bû  Midûriyeta Perwerdeya Millî da zanîn ku wan B.E. ji peywirê girtine. 
 
Piştî ku mufetiş hatin li dibistanê lêkolîn kirin û bi xwendekaran re cuda cuda axivîn, diyar kirin ku li nêzî 40 xwendekarî êrîşa zayendî hatiye kirin. Piştî wê derbarê B.E. de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Li ser bertekan, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Millî ve hatibû destpêkirin Burak Ercan ji peywirê hatibû dûrxistin û li ser îfadeyên xwendekarên ku bi êrîşê re rûbirû mabûn sewqî Lîjneya Dîsîplîna Bilind hatibû kirin. Piştî temamkirina lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, Lîjneya Dîsîplîna Bilind biryara xwe ya derbarê Burak Ercan de aşkera kir û ji bo Burak Ercan tenê cezayê salekê "payeya wî neyê zêdekirin" guncav dîtibûn û piştre kiryar tayînê dibistaneke Rihayê hatibû kirin. Burak Ercan di meha Tebaxê de tayînê Dibistana Navîn a Orhangazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat kirin. Li ser bertekên malbat û  Egtîm-Senê, Burak Ercan ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî û Waliyê Stenbolê ve ji peywirê hat  girtin. Her wiha hat zanîn ku B.E. piştre li Navenda Perwerdehiyê ya Stenbolê hatiye bicihkirin.
 
Dadgehê biryara bêrayet dabû
 
Li ser giliyên 4 zarokan derbarê Burak Ercan de lêpirsîn hat destpêkirin û doz hat destpêkirin yekemîn daneşîna dozê di 10’ê Kanûna 2020’an de hatibû dîtin. Dema dîtina daneşînê de B.E. tevlî daneşînê nebûbû, parêzerên zarokan ê ku tevli daneşînê bû daxwaza biryara girtina Burak Ercan kiribûn. Lê belê daxwaza parêzeran bi hinceta “gûmana ku bireve” tune ye hat redkirin. Lê careke din li ser îtîraza parêzeran  Dadgeha Cezayê Esliye piştre biryar da ku derbarê Burak Ercan de biryara bê rayetî bê dayîn û daxwaz kirin ku dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran. Kiryar Burak Ercan jî serî li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dabû û îtîrazî biryarê kiribû.
 
Yekemîn daneşîna dozê di 27’ê Cotmehê de ye
 
Her wiha derbarê Burak Ercan de ji 30 xwendekaran zêdetir yên gilî kiribûn ji ber zextan giliyê xwe paşve kişandibûn. Niha bi tenê di dosyeyê de 4 zarok hene ku dev ji giliyên xwe bernedane. Dosyeya ku li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê 4 mehan hat sekinandin piştre biryar hat dayîn ku  îtîraza kiryar B.E. hatiye retkirin. Piştî îtîrazê, dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re hat şandin û îtîraza Burak Ercan hat redkirin. Piştî redkirina îtîrazê derbarê B.E. de ji sûcê êrîşa zayendî doz hat vekirin û 1'emîn daneşîna dozê dê di 27'ê Cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin.
 
Banga piştgiriyê
 
Parêzerên dozê, anîn ziman ku  ji destpêkê heta îro xwestine dosyeyê bê girtin û got: “Di serî de ji ber giliyên zarokan dereng ji dozgeriyê re çû û piştre gelek zarok ji giliyên xwe paşve kişandin. Em bi pêvajoyek bi vî rengî re rûbirû man. Di bûyera dawiyê de li ser daxwaza me Dadgeha Cezayê Esliye, dosyey şand ji Dadgeha Cezayê Giran re. Lê belê ji ber îtîraza kiryar dosye 4 mehan hat sekinandin. Ji ber dosye demek dirêje hatibû sekinandin, li ser hewildanên me daxwaza kiryar hat redkirin. Piştre dosye hat Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê. Em hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de edalet bê bicihanîn. Em bang hemû kesan dikin ku di 27’ê Cotmehê de bên piştgiriyê bidin.”