Dê parêzerê Çaglar Demirel û Nurhayat Altun serî li AYM'ê bide

  • 09:01 10 Tebax 2021
  • Hiqûq
Şehriban Aslan
 
AMED - Parlamenter Çaglar Demirel û Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Nurhayat Altun ên di operasyonên li dijî HDP'ê yên di 2015'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin ev 5 sal in girtîne. Dê parêzerê Çaglar û Nurhayatê, Serdar Çelebî têkildarî darizandina demdirêj serî li  Dadgeha Bilind (AYM) bide.
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demirel a di 2015'an de destnedanîna wê hat rakirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Di doza wê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Piştre biryar li Dadgeha Bilind ji ber kêmasiya usulê hat xerakirin. 
 
'Dê dadgeh dîsa bê dîtin'
 
Parêzerê Çaglarê Serdar Çelebî da zanîn dê doz dîsa li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin û wiha got:"Rûniştin divê di meha îlonê de bê dîtin lê bi hincetên cuda girtin dewam dike. Ev li gor 19'emîn madeya makezagonê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpêkirin e."
 
'Divê Dadgeha Bilind demildest biryarê bide'
 
Serdar diyar kir dema girtina Çaglarê êdî dema maqûl derbas kiriye loma dê serî li Dadgeha Bilind bidin û wiha pê de çû:"Tenê daxwaza me ew e Dadgeha Bilind li gor içtihatên me tev bigere. Di serlêdana 4'ê Mijdara 2016'an de li gor içtihatên me tev negeriya. Têkildarî demboriya di dosyayan de biryara binpêkirinê tê dayin. Di meha sibatê de me ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî serlêdan kiribû lê belê hîn Dadgeha Bilind bersiv nedaye. Divê têkildarî dema dirêj a girtinê ya dema maqûl derbas dike Makezagon ango Dadgeha Bilind li gor rêznameya xwe tev bigere. Li gor vêya divê demildest biryara binpêkirinê bide."
 
'Bi hincetên ji rêzê daxwaz tên redkirin'
 
Nurhayat Altun a di 2014'an de bû Hevseroka Şaredariya Dêrsimê di 2015'an de di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de ji "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û piştre hat girtin û dawiyê 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Serdar da zanîn Nurhayatê dora 5 salan e girtî tê darizandin û wiha got:"Tevî hemû daxwazên me Nurhayatê nehat berdan. Dosyaya wê dişibe ya Çaglar Xanimê. Bi hincetên ji rêzê daxwazên me tên redkirin. Dosya hîn li dadgeha herêmî ye û bi hinceta lêpirsîneke li Kocaleliyê biryar nayê dayin. Loma em ê bi hinceta girtina demdirêj serî li Dadgeha Bilind bidin. Em hêvî dikin ev darizandina nehiqûqî ji aliyê dadgehê ve bi dawî bibe."