'Di dorê de qanûna 6284 û ya Medenî heye'

  • 09:01 26 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
Habîbe Eren
 
İSTANBUL - Parêzera Feminist Canan Arîn got ku di êrîşa zayendî li hember zarokan de lêgerîna delîlên şênber dê êrîşkaran teşwîk bike û got ku di 4'emîn Pakêta Darazê de dê pênaseya êrîşa zayendî û çarçoveya wê jî biguhere. Canê hişyarî da ku di rojên pêş de dê qanûna 6284 û ya Medenî jî bibe hedef.
 
 Di 4'emîn Pakêta nû ya darzazê de ku 27 xalên qanûnê û hin guhertinên di qanûnê de di nav xwe de dihewîne ji van 13 xal di 7'ê Tîrmehê de û 13 xalên mayî jî di rojên borî de li Lijneya Giştî a Meclisê hatin qebûlkirin. Li gorî qanûna mijara gotinê ji bo kesên êrîşa zayendî dikin, qetilkirinê û îşkenceyê dikin divê delîlên şênber hebin ji alyê meclisê ve hat qebûlkirin.    
 
Parêzera Feminist Canan Arin derbarê 4'emîn Pakêta Darazê de nirxandin kir.
 
'Sûcê êrîşa zayendî di nav çar dîwaran de tê kirin'
 
Cananê diyar kir ku ger bi rastî jî meclis hebûya dê ev qanûn li meclisê nehat qebûlkirin û anî ziman ku di sûcê êrîşa zayendî de lêgerîna delîlên şênber êrîşkaran teşwîk dike. Can di dirêjiya axafitna xwe de wiha got, "Ev tê wateya ku dê hêsantir şêxên tarîkatan bikaribin li hember zarokan sûcê êrîşa zayendî bikin. Sûcên êrîşa zayendî di nava çar dîwaran de bêyî ku tu kes bibîne tên kirin. Ji ber vê jî wê delîlê şêbber tune be.  Zarok tenê dikare xwe bi xêzên ku li dîrwaran dike û bi wêneyên ku xêz dike xwe bîne ziman. Zarok tên tehdîtkirin û tirsandin. ji ber vê jî wê nikaribe derdê xwe bibêje. Wê ev zarokên hatine tirsandin delîlên şênber ji ku bînin."
 
'Di dorê de qanûna 6284 û ya Medenî heye'
 
Cananê got ku dadgerekî ku wicdanê wî hebe vê rêbazê bi kar nîne û got, " Ger ku ev bûyer bê serê zarokên wan dê çi bikin gelo? Lê kesên ku tecawizkirina zarokan ji bo xwe maf dibînin wê ji bo wan ev jî bê wate be. Li gorî Qanûna Cezayê ya Tirk,  her zarokê/a ku temenê wan 15 neqedandibin û ne di ferqa tişta hatibe serê wan de bin her têkiliya ku di warê zayendî de bi wan re bê danîn sûc tê hesibandin."
 
Cananê diyar kir tê xwestin têgeha êrîşa zayendî biguherin û got ku ji bilî penterasyonê tevgera zayendî ji rêzê tê kirin. Canan wiha berdewam kir, "Piştî vê wê bibijin zaroka sê salî jî hatiye zewicandin. Dê ev hukum ji bo zarokan di warê derûnî de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. Niha jî di dorê de hemû xalên qanûnê yên ku jinan diparêzin ên wekî qanûna 6284 û  Qanûna Medenî heye di dorê de."
 
'Ji bo berjewendiyên xwe diparêzin'
 
Cananê anî ziman zîhniyeta ev pakêta darazê di meclisê re derbas kir, bi vê re armanca xwe jî diyar kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî, " Hemû hiş û aqilê wan li ser zarok û jina ye ku li heber wan sûcên zayendî bikin. Jinan wekî makîneya zarokan dibînin û hepsî malê dikin. Bi vê re dixwazin ku jinan ji qada kar bikişînin nav çar dîwaran ji mêran re cih îstihdamê vekirin û jinan bikin îteatkarên xwe."