Îstînafê berata gumanbarên êrişa zayendî li gorî usûlê dît

  • 09:01 17 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di doza ku xizmên zarokekê, Fîkret Ertogan û Tuna Ertogan êrişa zayendî lê kir de, îstînafê biryara berata ku dadgeha herêmî ji bo gumanbaran dîtîbû, di cih de dît.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2018’an de zarokek rastî îstîsmara xizmên xwe Fîkret Ertogan û birayê xwe Turan Ertogan hat. Zarokê tiştên jiyabû ji hevalên xwe re got û piştre mamoste pê hesiyan. Mamosteyan agahî dan polîsan û di 8’ê Gulana 2018’an de du gumanbar hatin binçavkirin û rojek şûnde bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.
 
Îdianame hat amadekirin
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Fîkret Ertogan ji sûcên ‘îstîsmara zayendî ya zarok’ û ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, li Turan Ertogan jî ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zarok’ îdianame hat amadekirin.
 
Zarokê îfadeya xwe şûnde kişand
 
Îfadeya zarok li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) li ber dozger hat girtin.  Îdianameya hat amadekirin li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin û zarok di pêvajoya dadgehê de îfadeya xwe şûnde kişand û zarokê gotibû ku bi talîmata mamosteyê rehberê îfadeya ewil daye.
 
Cuda cuda biryara beratê
 
Di dawiya darizandinê de der barê du gumanbaran de biryara beratê hat dayîn û di biryara bi hincet de wiha hat gotin: “Sûcên li gumanbar Turan Etogan û Fîkret Ertogan hatine kirin, ji ber ne sabirin, ji sûcên musnet li gumanbaran cuda cuda biryara beratê hatiye dayîn.
 
Îstînafê jî biryara beratê da
 
Yek ji parêzerên dozê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş  biryara beratê bir îstînafê. 17’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê bi heman hincetê biryar xera kir. Elîfê  li ser vê li 18’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê îtîraz kir û dadgehê îtîraz red kir û got biryar li gor usûlê ye. 
 
Tehdîda li dijî mamoste ji nedîtîve hat
 
Her wiha di seranserê pêvajoya dozê de mamosteya ku rewş derxist holê ji aliyê malbatan ve her tim rastî tehdîdê hat û mamoste neçar mabû ji dibistanê veqete. Lê dadgehê ev tehdîdkirina mamosteyê ji nedîtîve hat.