Danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER’ê hat taloqkirin

  • 16:48 14 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ku di danişîna doza derbarê wê de hatiye vekirin de biryara berdewama girtinê hat dayîn, diyar kir ku xebatên wê û komele qanûnî ne. 
 
Duyemîn danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas hatiye vekirin de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yuksel, ji Girtîgeha Jinan a Amedê ku lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di danişînê de parêzerên Almas Hulya Hava Atli û Mûhîttîn Mûgûç amade bûn.
 
Yuksel daxwaza serbest berdanê kirin
 
Yuksel Almas a di danişînê de parastin kir, diyar kir ku li ser serlêdana kesên li çiya xizmên xwe windakirin piştevaniya hiqûqê kirine û wiha got: “Van tiştan ji me re dikin sûc lê ji bo kirariyên cenazeyan em bi dozger, esker, polîs û walî re têkiliyê de ne. Hemû tişt bi destûra wan pêk tên. Wekî din komeleya me qanûnî ye û bi destûra walitiyê hatiye vekirin. Hemû xebatên me jî ji rayagiştî re vekirî ne. Di îdianameya min de 28 çalakî hatine rêzkirin lê ez beşdarî hemûyan nebûme, bi taybetî ez tevlî wan çalakiyên ku hatine mezinkirin nebûme.  Ez beriya niha Hevseroka HDP’ê ya navçeya Rezanê bûm, di çarçoveya xebatên partiyê beşdarî hin çalakiyan bûm.” Yuksel, xwest ku were berdan. 
 
Pişt re Mehmet Saît Borta ê weke şahid hat guhdarkirin jî diyar kir ku Yukselê ji komeleyê nas dike, ew bi xwe jî rêveberê komeleyê ye û ji xeynî belgeyên qanûnî agahiya wî ji tu belgeyan nîne. 
 
Dozger, ji ber Yukselê bi sûcên katalog tê sûcdarkirin berdewama girtina wê xwest. 
 
Azadiya ramanê
 
Pişt re Parêzer Hulya Hava Atli axivî û wiha got: “Komele qanûnî ye û rêziknameya wê ji aliyê walitiyê ve hatiye pejirandin. Derbarê muwekîla min de îdianameyeke ji 75 rûpela pêk tê hatiye amadekirin lê rûpelên 73 û 74 ên di îdianameyê de aîdî wê ne. Wekî din muwekîla min hin axaftin kirine, ev axaftin di çarçoveya ramana azad de ne. Dest danîne ser wêneyê hevjînê muwekîla min ê di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest daye û dixwazin bi dozê re têkildar bikin. Ev binpêkirina jiyana taybet e, em dixwazin were îadekirin. Dîsa em beyanên şahidên nepen qebûl nakin. Dixwazim muwekîla min were berdan.”
 
'Komele ji bo malbatan pêwist e'
 
Parêzer Mûhîttîn Mûgûç jî da zanîn ku dibêjin komele bi talîmata PKK’ê hatiye avakirin lê komele di çarçoveya azadiya komeleyan de hatiye avakirin û wiha got: “Wezareta Karên Navxweyî endamên rêxistinê yên jiyana xwe ji dest didin ne derbasdar e. Ji ber vê yekê malbat pêwistî bi komeleyeke wisa dibînin. Du şahidên vekirî hene û ev kes li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê Şirnexê tên wergirtin. Ligel ku dikarin li Şirnexê îfadeyên wan bigirin jî tînin Amedê ev yek biguman e. Em dixwazin ifadeya şahidan bigirin dosyayê. Navê şahidan Temûr Guzel û Yasmîn Yalçin e. Muwekîla min nar eve, rewşeke wisa ne pêkane. Ez berdana muwekîla xwe dixwazim heke hûn ne berdin jî dixwazim bi hefsa malê an jî bi bergiriyên şertê kontrola edlî were berdan.”
 
Danişîn hat taloqkirin
 
Piştî navbereke kurt, şandeya dadgehê bi îdiaya gumana sûc a bihêz biryara berdewama girtina Almas da û danişîn taloqî 6’ê cotmehê kir.