Parêzer Leyla Kaplan: Sedema şîdetê dewlet, malbat û civak e

  • 09:03 13 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Li gorî daneyên 6 mehên ewil yên sala 2021’ê ya Baroya Wanê, li bajar li hember jin û zarokan herî kêm 279 sûcên êrîşa zayendî pêk hatine. Endama OHD’ê parêzer Leyla Kaplan da zanîn ku berpirsên şîdetê dewlet, malbat û civak e.
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan re di 1’ê Tîrmehê de Peymana Stenbolê bi giştî ji meriyetê hat rakirin. Piştî vê 13 xalên, 4’emîn pakêta darazê ku di sûcên êrîşa zayendî de li delîlên şênber digeriya,  dihewand ji Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê hat derbaskirin. Bi vê re gavên ku pêşî li şîdetê vedike hatin avêtin. Tenê li Wanê di 6 mehên ewil yên sala 2021’ê de 279 sûcên êrîşa zayendî hatin kirin. Li gorî daneyên Baroya Wanê li 12 jinan êrîşa zayendî hatiye kirin, li 28 jinan destdirêjî hatiye kriin, li 136 zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin û 102 jî di temenê biçûk de hatine zewicandin. 
 
Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Leyla Kaplan ji ajansa me re der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Sedema herî mezin a şîdetê dewlet e’
 
Leylayê daxuyakirin dema ku salên 2019 û 2020’an tînin hember hev şîdeta li hember jin û zarokan zêde bûye û bi rakirina peymana Stenbolê re bûyer hîn bêtir zêde bûne û got: “Di sûcên li hember jin û zarokan de di sala dawî de ji sedî 80 zêdebûn heye. Sedema her cureyê şîdet û êrîşa zayendî dewlet e. Polîtîka bêcezabûnê ya dewletê ye.”
 
‘Betalkirina peymanê cesaret da gumanbaran’
 
Leylayê bi lêv kir ku yek ji sedema herî mezin a rakirina peymanê ev e ku AKP-MHP dixwaze civaka xwe ava bike û wiha dirêjî dayê: “Bi polîtîka bêcezahiştinê re, gumanbar cezayên bi bandor nagirin. Bi betalkirina peymanê re gumanbaran ji vê hêz girt. Di sûcên li hember jin û zarokan de bi taybet çavên xwe digirin, ser bûyerê digirin û polîtîka bêcezabûnê dimeşînin. Bêguman ev polîtîka cesaretê didin gumanbaran û dibêjin ‘xuyaye tiştek nabe, tiştek bi me nayê’.”
 
‘Zextên malbat û civakê hene’
 
Leylayê her wiha di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Sedema duyem a zêdebûna sûcan malbat e, ya sêyem jî civak e. Li dijî sûcên zayendî malbat ya ji nedîtîve tê yan jî bi mantiqa ‘tiştek wisa bi zaroka min nehatiye’ tevdigerin. Bi tirsa ku wê derdor tiştekî bi wan bikin deng nakin. Gelek malbat ji rewşa zarokên xwe ne agahdarin. Nafikirin ku tiştek wisa bê serê zarokên wan. Sedema sêyem jî civak e. Ji ber zext û pêşdarazên civakê, malbat jî ditirsin. Peymana Stenbolê ne tenê peymanek li ser kaxizê ye. Rakirina peymanê cesaret da gumanbaran. Peymana Stenbolê tu car baş pêk nehat. Lê hebûna wê tenê jî têr dikir.”
 
‘Naveroka îbareya îfadeya jin û zarokan esas e vala dikin’
 
Leylayê destnîşan kir ku 4’emîn Pakêta Darazê ji meclîsê derbas bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em parêzer, baro, STK, aktîvîstên jinan çima li dijî vê pakêtê ne. Divê sûcên zayendî ji derveyê vê bihata girtin. Armanca qebûlkirina vê pakêtê divê der barê îbareya ‘îfadeya jin û zarokan esase’ bibûya. Lê ev hem di alî şênber û hem di alî qanûnî de naverokê vala dike. naveroka îbareya ‘îfadeya jin û zarok esas e’ vala dikin.”
 
‘Ne gumanbar, mexdur gund terk kir’
 
Leylayê balkişand ser dosyayên êrîşa zayendî ya li zarokan û wiha nirxand: “Sê zarokên astengdar ji aliyê cerdevanekî êrîşa zayendî li wan hat kirin. Ji ber gumanbar cerdevan bû delîl hatin reşkirin. Raporên tipa edlî sewqî yekîneyên din kirin. Ji ber cerdevan bû hat parastin.  Lê bi saya têkoşîna jinan 42 sal ceza girt. Ji ber cerdevan bû aliyê wî xurt bû û malbata mexdur neçar ma gund terk bike. Ne gumanbar, malbata zarokan neçar ma gund terk bike.”
 
‘Dozger û dadger jinê didarizînin’
 
Leylayê her wiha bûyera li Navenda Şûnde Şandinê ya Kurubaş hatiye jiyîn û du kesî tecawizî jinekê kiribûn jî bi bîr xist û got ji bo du gumanbaran cezayê hat birîn ‘daxistin’ û ji her yekî re 15 sal ceza hatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jinan pirsên wekê ‘te roja bûyerê çi li xwe kiribû’, ‘Wê saetê çi karê te li wir hebû’, ‘Çima tu li wesayîtê siwar bûy’ tê pirsîn. Bi vî awayî hewl didin jin ji giliyê xwe şûnde gavê bavêjin.  Dozger û dadger jî ne gumanbaran jinan didarizînin.”
 
Leylayê destnîşan kir ku polîtîka bêcezabûnê, nebûna riya têkoşînek bi bandor,  ji ber di mufredata perwerdê de perwerda divê zarok bigirin tune ye, sûcên zayendî zêde dibin û ev tişt daxuyand: “Li Wanê yek ji sedema zêdebûna van sûcan pergala feodal e. Malbat sûcên zayendî vedişêrin. Ev dane ji xwe rastiyê nîşan nadin. Ji sedî 60 ser şîdeta zayendî tê girtin, veşartin. Di dosyake  min dişopan de dinavbera du aşîran de bû, mêrekî 65 salî  li dijî zaroka 12 salî êrîşa zayendî pêk anîbû. Dema bûyerê CMK’ê ez tayîn kirim. Dema îfadeyê ez ligel wan bûm. Lê piştre malbatê parêzerê taybet girt û dosya ji min girtin. Ji ber eşîran li hev kir û xwestin ser bûyerê bigirin.  Ez bang li jinan dikim di sûcên zayendî yên li hember jin û zarokand e ji baroyan piştgiriya edlî bigirin. Divê ji Komîsyona Mafên Jinan a Baroyan alîkarî bigirin. Di vê mijarê de telefoneke aktîf a 7/24 saetan a baroyê heye. Dikarin ji ser vê telefonê xwe bigihînin.”