‘Delîlên şênber wê ji bo jin û zarokan pirsgirêkan biafirînin’

  • 09:02 12 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş biryara ‘delîlên şênber’ yên di lijneya giştî de hat derbaskirin nirxand û got wê di alî jin û zarokan de rê li ber pirsgirêkên mezin vebike.
 
‘4’emîn pakêta darazê’ beşa wê ya yekem ya ji 14 xalan pêk diaht ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. ‘Li gorî xalên hatine qebûlkirin  pêvajo bersivdayina serlêdanên îdarî ji  60 rojan heta 30 rojan,girêdayê  kinkirina pêvajoya bersivdayînê, ji bo bersivên ne teqez jî pêvajoya payînê ya tê pêşniyarkirin ji 6 mehan wê dakeve 4 mehan.
 
 Piştî qebûlkirina pakêta darazê rêxistinên jinan bertekên mezin nîşan dan. Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş diyar kir ku qanûna hatiye qebûlkirin wê rewşê hîn bêtir xera bike.
 
‘Ji lijneya meclîsê hat derbas kirin’
 
Elîfê daxuyakirin ku qanûna der barê di hinek qanûnan de guherîn bê kirin û Kanûna Muhakemeya Cezayê de, pêşnûme çû meclîsê Û got: “Bi pêşnûme qanûnê di sûcên katalog de ji bo kesek bê girtin ‘delîlên şênber’ tê ferzkirin. Pêşnûmeyek wisa  derxistin pêş me. Pêşnûme ji Lijneya Meclîsê derbas bû. Bi vî awayî ji vir şûnde di sûcên êrîşa zayendî de wê li delîlên şênber bigerin.”
 
‘Ji sedî 64’ê sûcan yên zayendî ne’
 
Elîfê di berdewamiyê de daxuhand ku di alî darizandinên ceza de ji bo tedbîra herî giran, girtin pêk bê, rêbaza delîla şênber hiqûqî û rewa ye. Elîfê bi lêv kir ku bi taybet di sûcên rêxistinî de, welatê ku di girtin û cezakirinan de li delîlên şênber nanêre, di rewşa jin û zarokan de ev diguhere. Elîfê wiha dirêjî dayê: “Divê rêbaza xwe dispêre delîlên şênber li gorî îstîsnayan pêk bê. Ev wê hîn bêtir li gorî rastiya têkoşîna li hember şîdetê be.  Ger îstîsnayiyek wisa nebe wê mixabin di sûcên zayendî de rewş hîn bêtir xera bibe. Li gorî raporên 2015-2016’an ji sedî 64’ê dozên şîdeta li hember jin û zarokan de, sûcên êrîşa zayendî derketine holê.”
 
‘Gumanbarên şîdetê ji sedî 99 mêr in’
 
Elîfê di axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Di raporên îstatîstîk û sîcîla edlî ya ku wezareta dadê diweşîne, dema mirov li daneyên her sal dinêrin, dosyayên şîdeta nav malê ji sedî 33 bi mahkumiyetê encam dibin. Yên derveyî vê ji derveyê mahkumiyetê ne. Bêguman gumanbarên sûcên sîdestê jî ji sedî 98-99 mêr in. Dema rewş wisa ye, ji 100 33 mêr tên cezakirin û lê ev ceza jî piranî tên taloqkirin an jî vediguherin cezayê pere.”
 
‘Delîlên şênber wê rewşê hîn bêtir xera bikin’
 
Elîfê destnîşan kir ku taybetiya giştî ya sûcên îstîsmarê evb e ku dema mexdur û gumanbar tenê dimînin tên jiyîn û ji ber vê jî  fîîleke sûc ava dike ya ku delîla şênber nahêle ye û wiha got: “Mînak destdirêjî, tacîza zayendî. Di temasa fîzîkî de mixabin gelek caran delil zêde tune ne. Dîsa di alî zîhniyetê de mêrên sûc dikin, ispatkirina wê ya şênber tüne ye. Ji ber vê jî lêgerîna delîlên şênber wê ji bo jin û zarokan  rewşê hîn bêtir giran bike.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ bingeha xwe ji Peymana Stenbolê digire û got: “Peyman bi biryara yek kesî hat rakirin. Aqûbeta qanûna hejmar 6284 hîna nayê zanîn. Ne tenê 4’emîn Pakêta Darazê hemû guherînên qanûnî û sererastkirin divê li dijî mijara jin û zarokan hesas bin.”