Doza kujerê Dîlanê qetil kir hat taloqkirin

  • 13:39 8 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
ÎDIR - Doza Maruf Kok ê ku Dilan Kok qetil kir hat taloqkirin. 
 
Li Kuçeya Karaagaç a navenda Îdirê di 26'ê Çileyê de Maruf Kok, Dilan Kok qetil kir. Maruf Kok, Dilan Kok doza hevberdanê li hev vekiribûn. 2'yemîn rûniştina doza Maruf Kok li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dayika Dilan û jinên ji Koalisyona Jinê beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Maruf ji Girtîgeha Îdirê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Şandeya dadgehê biryara dewamiya girtina Maruf da û rûniştin taloqî 16'ê Îlonê hat kirin.