Daneşîna doza Pervîn Buldan hat dîtin

  • 16:15 7 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Daneşîna Doza Pervîn Buldan ku ji ber çalakiyên tevli bibû û axaftinên xwe jê tê darizandin hat dîtin.
 
Daneşîna Doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldana ji ber axaftin û çalakiyên xwe yên di navbera salên 2008 û 2015'an de  bi îdaya "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin hat dîtin. Di daneşîna li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de Pervîn Buldan û parêzerên xwe amade bûn. 
 
Parêzer Kenan Maçoglu, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Omer Faruk  Gergerlîoglu de bi bîr xist û xwest ku doza bê rawestandin. Heyeta dadgehê ku daxwaz nirxand got ku destnedana  Pervînê berê hatiye rakirin û daxwaza parêzer red kir. 
 
Piştî ku pervînê jî parastina xwe kir parêzeran ji bo ku parastineke berfireh bikin dem xwestin. 
 
Li ser daxwaza parêzeran heyeta dadgehê daneşîna pervînê ya bê taloqî 3'yê mijdarê kir.