Têkildarî lêpirsîna qetilkirina Denizê li 4 kesî hat guhdarkirin

  • 15:04 7 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz di çarçoveya lêpirsîna tê meşandin de li 4 şahidan hat guhdarkirin. Parêzer Turkan Aslan a derbarê îfadeya şahidan de axivî da zanîn polîsan bi zaneyî mudaxaleyî bûyerê nekirine û got di dema xwe de mudaxale bihatiba kirin dibe ku îro Denizê bijiya. 
 
Di 17'ê Hezîranê de nîjadperest Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  kir û xebatkara partiyê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Denizê de li Şaxa Muduriyeta Çankayayê ya TEM'ê li 4 şahidan hat guhdarkirin. Ji parêzerên HDP'ê Turkan Arslan, têkildarî pêvajoya lêpirsînê de axivî. 
 
Di nava şahidan de bi sifata muştekî Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê  Kadir Baydur jî cihê xwe digire. 
 
'Mudaxale bihata kirin dê Denizê bijiya'
 
Turkanê da zanîn polîsan mudaxaleyî bûyerê nekirine û wiha got:"Li gor îfadeyên şahidan jî eşkere xuya dike polîsan tu mudaxale nekirine. Her wiha di dema êrişê de jî ji bo tiştek jê xirab nebe dîsa polîsan mudaxale nekirine. Polîsan ji bo kujer gotina "birakê min" bi kar anîn. Bi zaneyî mudaxaleyî bûyerê nekirine û got di dema xwe de mudaxale bihatiba kirin dibe ku îro Denizê bijiya."