Ji bo rojnameger Derya Okatan daxwaza beraetê hat kirin

  • 13:08 6 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rojnamevan Derya Okatan a dema Midura Karên Nivîsê ya ETHA’yê bû ji ber nûçeyeke di ajansê de hatibû weşandin derbarê wê de doz hatibû vekirin, dozger di danişîna dozê de daxwaza beraeta Derya Okatan kir. 
 
Rojnamevan Derya Okatan a dema Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) bû ji ber nûçeyeke di ajansê de hatibû weşandin derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna doza rojnamevan Derya Okatan li 39’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistn. 
 
Di danişîna ku rojnamevan Derya Okatan beşdarnebûyî de parêzerê wê Mehmet Alî Koç amade bûn. 
 
Dozger mutaalaya xwe ya derbarê esasê de pêşkeş kir û da zanîn ku dema dosya hat lêkolînkirin divê mijar di çarçoveya azadiya çapemeniyê de were nirxandin. Dozger, derbarê Derya Okatan de daxwaza beraetê kir. 
 
Parêzerê Derya Okatan Mehmet Alî Koç jî diyar kir ku piştî ku wekîla wê beyanên xwe pêşkeşkirin wê derbarê esasê de parastinê bike. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 16’ê kanûnê kir.