Dozgeriyê li dijî tehliyekirinê îtîraz kir

  • 15:48 4 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li dijî tehliyekirina, Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna, Zekî Çelîk ku ji doza Kobanê dihatin darizandin îtîraz kir.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li dijî biryara tahliyekirina parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) eMÎNE Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî û Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Emîne Ayna û Zekî Çelîk îtîraz kir.  
 
Dadgehê red kir û sewkî dadgeha bilind kir
 
Dadgeha 22'emîn a Enqerê ku li dozê dinêre  got, "îtîraz ne di cih de ye" û red kir. Dadgeh ji bo ku derbarê îtîraza hatiye kirin de biryar bê dayîn dosay şand 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê.