Dosyaya Sebahat û ya Gultan bi ya Kobanê re kirin yek

  • 13:13 2 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
MELETÎ - Dosya Hevseroka Giştî ya Berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel û hevşaredara berê Gultan Kişanak ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletyê dihat dîtin, bi Doza Kobanê ya li Enqeryê re ku darizandina wê berdewam dike re kirin yek. 
 
Daneşîna 12'emîn Doza ku Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultana Kişanak jê bi îdaya "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletyê hat dîtin. 
 
Gultana Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F, Sebahat Tunce ji Girtîgeha Sîncanê, parêzerên wan Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Mesut Beştaş jî ji Edliyeya Amedê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bûn.
 
Heyeta Dadgehê diyar kir ku di bersîva muzakereya ku ji 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şandine de hatiye xwestin ku vê dozê jî bi ya Kobanê re bikin yek û biryara doz bi ya Kobanê re bibe yek dan.