Di doza Ozgur Gundemê de ji bo rojnamegeran ceza hat xwestin

  • 14:17 1 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Dozgerê mutalaa têkildarî 22 rojnamegerên di serdegertina rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, da xwest rojnameger bên cezakirin.
 
Di tebaxa 2016’an de polîsan bi ser avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê de girtibûn û doz li 22 rojnamevanên bi îdiaya “li dijî polîsan derketine û nehiştine karên xwe bikin” û “heqaret kirine” hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarixstin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn. Dozger derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest rojnamevan werin cezakirin. 
 
Parêzer Ozcan Kiliç piştî pêşkêşkirina mutalayê axivî û got sûcdariyên tên kirin ji rastiyê dûr in û xwest dîmenên kêliya bûyerê werin temaşekirin. Ozcan da zanîn ku heke dadger li dîmenan temaşe bikin wê rastiyê bibînin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo parêzer li dijî mutalayê parastinê bike dem da û danişîn taloqî 23’yê mijdarê kir.