Cîgira Hevserokatiya ESP'ê Beycan Taşkiran hat tehliyekirin

  • 12:41 1 Tîrmeh 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Cîgira Hevserokatiya ESP'ê Beycan Taşkiran di rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de, hat tehliyekirin.
 
Di 24'ê Gulanê de bi lêpirsîna bi hinceta îfadeyên şahidên nepen û çalakiyên hatine kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin li Amed, Edene, Mêrsîn, Antalya, Dêrsim, Îstenbol û Êlihê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Cîgira Hevserokatiya ESP'ê Beycan Taşkiran jî di wê demê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. 
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve têkildarî Beycanê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îddianame hatibû amadekirin. Rûniştina yekem li  5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzer Zeynep Işık amade bû. Beycanê ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Şandeya dadgehê biryara tehliyekirina Beycanê da û rûniştin taloqî 18'ê Mijdarê hat kirin.