Rûniştina Rojnameger Hatîce Şahîn hat taloqkirin

  • 11:30 28 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Rûniştina doza Rojnameger Hatîce Şahîn a bi iddiaya faliyetên KCD'ê meşandiye 15 salan bi cezayê girtîgehê tê darizandin hat taloqkirin. 
 
Nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Rûniştina 3’yemîn a doza Hatîceyê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Derbarê Hatîce Şahîn de heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 
 
Hatîceyê û parêzerê xwe Resûl Temûr di rûniştinê de amade bûn. Resûl xwest doz were betalkirin û biryara beraetê were dayîn. Şandeya dadgehê ji bo temamkirina naveroka dosyeyê rûniştin taloqî 11’ê cotmehê kir.