Kesê ku êrîşa zayendî li du zarokan kir nayê girtin

  • 09:02 28 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Mehmet Karacaoglan yê ku ji ber tecawizî du zarokan kiriye tê darizandin, tevî îfadeyên zarokan nehat girtin.
 
Li navçeya Peyas a Amedê Mehmet Karacaoglan di 2019’an de li hemberî du zarokan êrîşa zayendî pêk anîbû. Dayika zarokan ku êrîş bihist, gilî kir û gumanbar Mehmet Karacaoglan di 24’ê Mijdara 2020’î de hat binçavkirin. Gurmanbar roja din hat berdan û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji sûcên ‘êrîşa zayendî’ derbarê wî de îdianame hat amadekirin.
 
‘Em bi kuştinê tehdîd kirin’
 
Li gorî îdianameyê her du zarok di 2020’an de ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ve îfadeyên wan hatine girtin û di îfadeyên xwe de gotine ku gumanbar êrîşa zayendî li wan kiriye û ji bo ku ji dayika xwe re nebêjin jî ew bi kuştinê tehdîd kirine. Dayika zarokan got ew dest ji doza xwe bernadin. 
 
Gumanbar îdia kir ku derw lê kirine. 
 
Dozger îfadeya zarokan esas girt
 
Dozger di encama îfade û delîlan de wiha got: “Zarok dema bûyerê 5 salî bûne û dema îfade dane jî 6 salî bûne. Zarokan der barê gumanbar ê bavê zarokan de îfade dane û ev îfade ne tiştekî ku hatine afirandine û di îfadeya zarokan de nakokî tune û got îfadeya zarokan di ser her tiştî re ye.”
 
Dozger da zanîn ku îfadeya gumanbar ji bo ku xwe ji sûc xilas bike ye û der barê gumanbar de ji sûcên "êrîşa zayendî li heberî zarokan" û " Êrîşa zayendî ya sîtematîk’ ceza xwest.
 
Gumanbar nehatiye girtin
 
Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û 2 runiştinên dozê hatin kirin.
Gumanbar di her du runiştinan de serbest hat darizandin û îdiayên xwe yên ku derew lê kirine berdewam kir.
Parêzerên zarok û dayikê, Şevval Kamçi û Pelda Vesek, diyar kirin ku şertên di CMK’ê de tên nîşandan di bûyera şênber de pêk hatine û gotin divê gumanbar bê girtin.
 
Şertên girtinê çênebûne
 
Heyeta dadgehê got ku şertên girtina gumanbar ava nebûne û daxwaz red kir.  Runiştina din taloqî 20’ê cotmehê hat kirin.