Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez serbest hat berdan

  • 13:18 25 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê ya ku li şûna wê qayûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin îro serbest hat berdan. 
 
Di 16’ê mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrika Mêrdînê hat kirin. Piştî tayînkirinê hevşaredar Mulkiye Esmez hat girtin. Îro 8’emîn danişîna wê hat dîtin.  
 
Piştî parêzer û hevşaredar Mulkiye parastin kirin, şandeya dadgehê biryara serbestberdana Mulkiyeyê dan. Mulkiye bi şertê kontrola adlî û qedexeya derketina ji derve hat tehliyekirin. Daneşîn taloqê 12’yê mijdarê kirin.