Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê berdewam dike

  • 12:45 25 Hezîran 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja dehemîn de berdewam dike.
 
Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja dehemîn de ku 24 girtî bi giştî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê û gelek kesên ji bajarên Derya Reş hatin dozê dişopînin. Gelek parêzer li eywana danişînê amade ne û gelek siyasetmedar bi SEGBÎS’ê beşdar bûne û gelek ji wan jî li eywanê amade ne. 
 
Endama Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî parastina xwe kir. Zeynep da zanîn ku ew ji bo jinan têkoşiyaye û wê têkoşîna xwe berdewam bike û ew li dijî zîhniyeta zilam têdikoşin. Zeynep diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jinên kurd dike hedef û gelek jin û aktîvîstên kurd bi operasyonan tên binçavkirin. Zeynep got ji ber nebûna demokrasiyê ew tên darizandin. Zeynep destnîşan kir ku dewlet li dijî kurdan bi hiqûqek dijminane helwest nîşan dide û ew li dijî zilma DAIŞ’ê derketine û banga tundiyê nekirine. Zeynep got wê ev Doza Kobanê bibe deqek reş û di nava dîrokê de cihê xwe bigire. 
 
Danişîn bi parastina girtiyan û parêzeran berdewam dike.