Rûniştina Rojnameger Kîbrîye Everen hat taloqkirin

  • 13:23 24 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di rûniştina Rojnameger Kîbrîye Everen a hat dîtin de dadgehê biryar da babetên kêm bên temamkirin û rûniştin taloqî 11'ê Mijdarê hat kirin. 
 
13'emîn rûniştina doza bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" li  Rojnameger Kîbrîye Everen hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kîbrîye beşdarî rûniştinê nebû. Parêzer Resûl Temûr û Pîrozhan Karali li rûniştinê amade bûn. 
 
'Dîrokên sûcdarkirinê kevn in'
 
Serokê dadgehê da zanîn wan idianameya doza têkildarî Kîbrîyeyê bi idiaya "Endamtiya rêxistinê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye vekirin di navbera celseyê de xwestine û ji bo bikin yek li ser îddianameyê lêkolîn kirine. Serokê dadgehê diyar kir dîrokên sûcdarkirinê yên iddianameyê ji sûcdarkirinên doza niha Kîbrîyeyê jê tê darizandin hîn kevn in.  
 
'Bila îddianame bi vê dozê bibe yek'
 
Parêzer Resûl Temûr da zanîn sûcdarkirin kevn in lê belê dîroka amadekirina îdianameya li Mêrsînê piştî doza li Amedê ye. Resûl daxwaz kir ku iddianame bi bi doza niha re bibe yek. 
 
Dadgehê biryar da ji bo herdu doz bibin yek ji 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran nivîs bê nivîsandin. Dadgehê biryar da babetên kêm bên temamkirin û rûniştin taloqî 11'ê Mijdarê hat kirin.