Doza Kobanê ket roja 9'emîn

  • 12:30 24 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
EQNERE - 3'yemîn rûniştina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê bi cihgirtina 17 siyasetmedaran a li eywanê dest pê kir. Siyasetmedar Nazmî Gur mafê axaftinê girt û da zanîn memûrên peywirdar di dema lêgerîna li ser kesan dest dirêjî wî kirine. 
 
9'emîn rûniştina danişîna 3'yemîn a Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ku 24 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê didome. Parlamenterên HDP'ê û gelek kes tevlî danişîna ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin bûn. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, mafê axaftinê girt. Nazmî, miemeleya xerab a li Girtîgeha Sîncanê ku ji bo Doza Kobanê lê hatine girtin vegot. 
 
'Em helwesta li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin' 
 
Nazmî, ev tişt vegot: "Ji qawişê heta derve em di 2 cîhazên x-ray re derbas dibin. Lê di derbaskirina îro de karmendekî dest dirêjî me kir. Em bi helwesteke dijminane re rû bi rû man. Em vê helwestê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê vê ji rêveberiya girtîgehê û Wezareta Edaletê re ragihînin lê em vê helwesta xebatkarên girtîgehê ya li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin. Helwesta cendirmeyan ên me tînin vir jî ne baş e. Miemeleya xerab li me tê kirin. Xebatkarên girtîgehê hewl dan parastinên ku me amade kirine bixwînin, em vê qebûl nakin."
 
'Rêxistinkirina fikir û raman ne sûc e'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya serdema berê Emîne Ayna bal kişand ser daxwaza xweseriyê û wiha got:"Daxwaza xweseriyê di rêziknameya DBP û BDP'ê de hebû û ev rêzikname ji aliyê dewletê ve hatibû erêkirin. Lê belê rêxistinkirina fikir û raman ne sûc e. Tundiya ku bi vêya girêdayî bê kirin sûc e. Ji ber min fikrê xwe aniye ziman ez li vir im. "