Beyza Ustun: Em Denîz in

  • 16:08 22 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Parlamentera berê ya HDP'ê Beyza Ustun, di Doza Kobanê de axivî û ev tişt got: "Em komkujiyên ku li Şengalê pêk hatibûn zanibûn. Li wir gel hatin qetilkirin û jin û zarok hatin desteserkirin. Hê jî ev tê domandin. Em ji bo komkujiya ku li Şengalê pêk hat li Kobanê pêk neyê têkoşiyan. Em bi siyaseta ku dikin hewl didin jiyana azad biafirînin."
 
Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja heftemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku 24 girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin didome.Parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kesên din dozê dişopînin.
 
Parêzera siyasetmedar Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan xwest axaftina miwekîla wê ya li Meclîsê ji dosyeyê were derxistin. Çîgdem da zanîn ku axaftinên miwekîla wê yên li Meclîsê di çarçoveya azadiya siyasî de ye û li vî welatî pêvajoya çareseriyê hat birêvebirin û ji bo pêvajoyê yasayek hatibû derxistin û li gorî vê yasayê axaftina kesên ji pêvajoyê berpirsiyar bûn nabe ku bibe sûc. Çîgdem got miwekîla wê endamek Şandeya Îmraliyê bû. 
 
Çîgdem diyar kir ku twîta HDP’ê ya bang li xelkê kiriye nabe ku bibe mijara banga tundiyê û ew banga hatiye kirin jî piştevaniya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bû. Çîgdem anî ziman ku miwekîla wê 20 sal in di qada jinan de têdikoşe û got: “Tirkiye di têgihiştina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de rekorên binpêkirinê dişkîne. Têgeha hiqûza cezayê dijminatiyê bi tundî tê sepandin. Muxalefet qet ji yasayên azadiya rêxistinkirinê sûd wernagire. Li welatê me ev sepan qet nayê sepandin. Di biryara DMME’yê de pir eşkere tê gotin ku mafê siyasetê yê miwekîla min tê astengkirin. Daxuyanî û îfadeyên şahid pişt re li dosyeyê hatine zêdekirin. Sûcariyên ku nîn in jî di dosyeyê de hatine bicihkirin. Ez berdana miwekîla xwe dixwazim.” 
 
Her wiha di danişînê de parlamentera berê ya HDP'ê Beyza Ustun, derbarê esasa dozê de mafê axaftinê girt û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin bi bîr anî û ev tişt got: "Denîz rêhevala me ye. Ji bo her kêliya ku nûnertiya me kiriye û têkoşîna wê bi rêzdarê bibîr tînim. Sebrê ji dayika wê re dixwazim."
 
Beyza, diyar kir ku doza ku li HDP'ê hatiye vekirina mudaxaleyeke siyasî û ji heyeta dadgehê re got ku ew jî bûne amûrên vê mudaxaleyê û wiha got: "Em komkujiyên ku li Şengalê pêk hatibûn zanibûn. Li wir gel hatin qetilkirin û jin û zarok hatin desteserkirin. Hê jî ev tê domandin. Em ji bo komkujiya ku li Şengalê pêk hat li Kobanê pêk neyê têkoşiyan. Em bi siyaseta ku dikin hewl didin jiyana azad biafirînin."