Ayla Akat Ata: Her guleyek armanceke wê heye

  • 14:08 21 Hezîran 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Ayla Akat Ata ya di Doza Kobanê de girtî tê darizandin, wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz de jin hedef girtin. Ev rewş ji ziman û helwesta desthilatdariya siyasî ne serbixwe ye.”
 
3'yemîn Rûniştina Qirkirina Doza Kobanê di roja şeşemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku 24 girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin, didome. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kesên din dozê dişopînin. Ji siyasetmedaran aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastin kir. 
 
Ayla di parastina xwe de, Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin bi bîr anî û wiha axivî: “Kujerê Denîz rojek şûnde hat girtin. Lê kesên di Doza Kobanê de tên darizandin 8 rojan dibin çavan de hiştin. Qetilkirina Denîz ji axaftinên cihêkar ên di nava siyasete de nabe ku serbexwe bê girtin. Mîna Denîz, di 9’ê Çileya 2013’yan de j î li Parîsê 3 jinên kurd hatibûn qetilkirin. Soylû dibêje ‘PKK tevgereke jinê ye.’ Dixwazin siyaset adi qada legal krîmînalîze bikin. Di şexsê Denîz Poyraz de, dîsa jin hedef girtin. Ev rewş ji ziman û helwesta desthilatdariya siyasî ne serbixwe ye. Ev êriş, ne cînayetên takekesî ne. Her guleyek ku li me dikeve plan û armancekê wê heye.”
 
Danişîn dewam dike.