Gultan Kişanak: Em qatilên Denîzê baş nas dikin

  • 15:19 18 Hezîran 2021
  • Hiqûq
ENQERE - 3'yemîn Danîşîna Doza Kobanê didome. Fîgen Yuksekdag di danişînê de wiha got: “Ev kesên van komkujiyan didin kirin dixwazin HDP’ê û gelê me bi hewldanek lîncê re rûbirû bihêlin." Gultan Kişanak jî wiha axivî: "Ev doz bi feraseta DAIŞ’ê hatiye vekirin û îro jî vê zîhniyetê Denîz Poyraz qetil kir."
 
3'yemîn Danişîna Doza Kobanê ku 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 5’an de li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê berdewam dike. 
  
Piştî Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag di danişînê de axivî û parastina xwe kir.  Fîgen, got ew Denîz Poyraz a li avahiya partiya wan Îzmîrê hat qetilkirin bi bîr tîne û got: “Ev doza em jê tê darizandin doza provokasyonê ye. Hûn di nava vê provokasyonê de dixwazin dozê bidomînin. Rûyê pêvajoya Kobanê û dozê diguherînin û niha jî rabûne provokasyonek din pêk bînin. Berpirsê vê komkujiyê ango provokasyonê Soylû, Serokkomar Erdogan û MHP ye. Ev kesên van komkujiyan didin kirinê dixwazin HDP’ê û bi milyonan gelê me bi hewldanek lîncê re rûbirû bihêlin. Me gotiye ku ev doz dozek komploy siyasî ye.” 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî parastina xwe kir û di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz. Gultan wiha axivî: “Denîz wê di têkoşîna jinan de bijî. Heta dawiyê wê di têkoşîna azadiya jinan de bimîne. Wê qet û qet nikaribin jinan bêzar û bêdeng bikin. DAIŞ’ê jinên kurd revandin û firotin. Lê dîsa jî nikaribûn têkoşîna jinan bisekinînin. Ji bo tiştên li Şengalê qewimîn li Kobanê jî neqewimin me bang kir. Ev doz bi feraseta DAIŞ’ê hatiye vekirin. Û îro jî vê zîhniyetê Denîz Poyraz qetil kir. Yên ku li pey vê zîhniyetê disekinin îro me li vir didarizînin. Ev dozgerên wêrek ên vî welatî li ku ne, ew kesên dibêjin ku ez xwediyê vê dewletê me li ku ne?” 
 
Gultan, destnîşan kir ku kujerê Denîz qetil kir ji Serokkomar Erdogan û SADAT’ê ceseretê digire û wiha got: “Yên ku ser vê bûyerê dixwazin bigirin, qatilan şandin ser axa Kobanê. Cesaretê ji vê digirin. Qatilên Denîz ev in. Qatilê Denîz tenê ne ew kes e. Em qatilên wê baş nas dikin. Yên ku destûra çeteyan didina û li Kobanê komkujî pêk dianîn, qatilên Denîz jî ew in. Yên ku vê dozê wek komployê danîne ber we, kujerên Denîz ew in. Hûn jî vê dozê qebûl dikin û dibin şirîkê vî sûcî. Hûn her roj HDP’ê hedef nîşan didin. DAIŞ ji vê dozê cesarete digire. Lê viya baş bizanibin em jinên kurd ku ji van dozan bitirsiyan û me serê xwe bitewanda em ê îro ne li vir bûna. Em heqîqeta vî welatî dizanin. Bila Denîz neyên qetilkirin. Denîz rûmeta me ye. Wê di dilê me û têkoşîna me de bijî. Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e. Serê gelê me sax be.” 
 
Piştî axaftina Fîgen û Gultanê, parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin.