‘Di êrîşa zayendî de delîla şênber îfadeya zarokan e’

  • 09:03 15 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
Habîbe Eren
 
STENBOL - Parêzera Komeleya Ewil Zarok û Jin Nîlda Baltali, bertek nîşanê sererastkirinên di 4’emîn pakêta darazê ya ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin û di êrîşa zayendî ya li hember zarokan de li delîlên şênber digerin, da û got: “Di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de delîla şênber îfadeya zarok e. Em neçarin ji bo mafê zarokan têkoşînê mezin bikin.”
 
Desthilatdariya AKP’ê ji sala 2016’an heta niha mijarên wekê pakêtên înfazê ku gumanbarên êrîşa zayendî jê fêdeyê digirin, xistina temenê zewacê û bi rêya zewacê ji tecawizkaran re efû, digire rojeva xwe. Ji aliyê parlamenterên AKP’ê, ji bo gumanbarên êrîşa zayendî peyama efûyê dide û di rojên borî de ev carek din anîn rojevê û derket holê ku di 4’emîn pakêta darazêde di bûyerên îstîsmarê de li delîlên şênber digerin.
 
Bi nîqaşa efûya ji bo gumanbarên êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de, bêcezabûn û zêdebûna bûyerên êrîşa zayendî jî bixwe re tîne. Li gorî rapora 2018’an a Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Stenbolê, ji 2002’an heta niha 440 hezar zarokên di bin temenê 18’yî de zarok welidîne. Li gorî heman raporê hejmara zarokên di bin temenê 15’yî de yên bi êrişa zayendî re rûbirû hatine û zarok welidîne jî 15 hezar û 937 e.
 
Li gorî rapora ‘bi hejmara îstîsmara zayendî ya zarokan’, li gorî sala 2014’an di 2017’an de ji sedî 67,9 zêde bûye. Li gorî îstatîstîkên edlî yên sala 2019’an a wezareta dadê weşandiye jî di 2018’an de li Tirkiyeyê di çarçoveya ‘sûcê li dijî destnedana zayendî’  49 hezar û 57 doz hatine vekirin. Ji dozên mijara gotinê 22 hezar û 689, sûcên êrîşa zayendî yên li hember zarokan e. Dîsa li gorî daneyên wezareta dadê di 2012’an de hejmara sûcê dozên êrîşa zayendî li hemberî zarokan 17 hezar û 589 e. Di 2019’an de ev derket 22 hezar û 698’î. Li gorî daneyên fermî, yên neketine bin qeydan û di rayagiştî de derneketine holê jî lê bê zêdekirin, tablo gelek xetere.
 
Parêzera Komeleya Ewil Zarok û Jin ku dozên îstîsmar û şîdeta li hember jinan bi dildarî dişopînin, Nîlda Baltali, derbarê 4’emîn pakêta darazê ku tê de di bûyerên êrişên zayendî ya li hemberî zarokan de li ‘delîlên şênber’ digerin de nirxandin kir.
 
‘Delîla şênber îfadeya zaroke’
 
Nîldayê diyar kir ku di dozên êrîşa zayendî de delîla şênber îfadeya zarok e û wiha dirêjî dayê: “Zarok di bûyerên êrîşa zayendî de ji bilî armanca veşartinê wêdetir, pir kêm derewan dikin. Ya herî bi xof ev e ku di bûyerên îstîsmarê de, digotin gelo daxwaz heye an na. Em kesên di vê qadê de dixebitin em daxwazên lêkolîn nakin. Zarok daxwaza xwe bîne ziman jî ji ber temen biçûke, em diçin rêya cezakirina gumanbar.”
 
‘Dubare dubare vegotin, heman pêvajo jiyankirine’
 
Nîlda, destnîşan kir ku bi heman îfadeyan dubare dubare zarokan didin axaftin û ev tişt daxuyand: "Ev tişt tê wateya ku heman pêvajoyê didin jiyîn. Ji zarok her carê vegotin payîn, tê wateya ku heman pêvajoyê dîsa bi zarok bidin jiyîn. Di piranî bûyerên êrîşa zayendî  de li ser zarokan şopên fîzîkî jî dertên holê. Lê nedîtina van daneyan nayê wateya ku êrîşa zayendî tune ye. Ji ber vê divê em zarokan guhdbar bikin, îfadeyên wan qebûl bikin. Divê em wisa dest bi kar bikin. Zarok zayendê fêm bikin jî ne pêkane her carê îfadeyên wekhev bidin. Ji ber vê jî di îfaeya zarokan de divê gumanbar bên girtin.”
 
‘Sererastkirinên qanûnî ji aliyê dadgeran ve pêk nayên’
 
Nîldayê balkişan ser sererastkirinên qanûnî û got ji aliyê dadger û dozgeran ve ev pêk nayê û got ji bo bikevin jiyanê hewldaneke zêde didin û wiha pê de çû: “Wek min behs kir, li gelek caran li Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) derfetê ku zarok bi ewle bên guhdarkirin tune. Ev navend hebin jî bikaranîna wê di însiyatîfa dozgerê ku dosya jê re çûye de ye. Di vir de em dozgerên ku karê xwe bi baldarî dikin, cuda digirin.”
 
‘Pirsên divê wezaret bibersivîne’
 
Nîldayê, da zanîn ku her tim îstatîstîkên fermî di rojevê de ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di dozên êrîşa zayendî yên di navbera 2012-2019’an de ji sedî 29 zêde bûn heye. Tevî vê  ji aliyê wezareta dadê ve tê gotin di 2019’an de 15 hezar û 651 biryarên mahkumiyetê derketine. Pirsa divê em pirs bikin; êrîşa zayendî ya li hemberî çend zarokan gihişt hêzên ewlehiyê an jî merciyên edlî? Çend heb serbest tên darizandin? Li çend heban dozên cemawerî hatine vekirin? Çend heb hatin berdan? Divê ev pirs bên bersivandin. Wekê din rê tune ye.”