Rûniştina Rojnameger Nûrcan Yalçin hat taloqkirin

  • 11:07 9 Hezîran 2021
  • Hiqûq
AMED - 4'emîn rûniştina Nûrcanê ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, hat taloqkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinê ya li Amedê de têkildarî Rojnameger Nûrcan Yalçin bi îdiaya "endamtiya rêxistnê","propagandaya rêxistinê" doza hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina Nûrcanê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Nûrcanê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Nûrcanê Resûl Temûr li rûniştinê amade bû. 
 
Di rûniştinê de di destpêkê de meqama îddiayê ji bo mutaalaya têkildarî esasê de ragihîne daxwaz kir Dozgerê Komarê ya Amedê dosyayê tevdii bike. 
 
Rûniştin hat taloqkirin
 
Heyeta dadgehê tevî ku Nûrcanê beydan dabû ku li ajansa me ya bi navê Jinnwesê naxebite jî lê belê agahî xwest ku ka têkildarî Jinnewsê lêpirsînekê dest pê kiriye yan na. Her wiha heyeta dadgehê biryar da dosya tevdii meqama îddiayê bê kirin û rûniştin taloqî 29'ê Îlonê hat kirin.