Doza KCK'ê ya Stenbolê hat taloqkirin

  • 14:31 8 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Doza KCK'ê ya Stenbolê ya 205 siyasetmedarên kurd jê tê darizandin hat taloqkirin.
 
Çil û çaremîn danişîna ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin siyasetmedarên ku berdayî tên darizandin û parêzer li danişînê amade bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de heyeta dadgehê belgenameyên ku hatibûn xwend. Piştre dozger û parêzeran daxwaz kirin ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin. 
 
Heyeta dadgehê, biryara xwe ya girtinê ya der barê siyasetmedarên ku hê parastina wan nehatiye girtin dubare kir û ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin danişîn taloqî 4’ê mijdarê kir.