Zelal Bîlgin nehat tehliyekirin

  • 13:27 8 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Yekemîn rûniştina Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin a girtî tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dosyayê de tenê beyanên şahidê nepen hebû. Heyeta dadgehê bi qeneata gumana bi hêz a sûc heye biryara tehliyeyê neda. 
 
Yekemîn rûniştina doza Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgin a bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" girtî tê darizandin i 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zelalê ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Zelalê Sîdar Gumuş û Diyar Çetedir li eywanê amade bûn. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku dosyaya berê ya Zelalê jê dihat darizandin û ya niha bibin yek. 
 
Zelalê piştre parastina xwe kir. Zelalê diyar kir ku ew berdevka KCD'ê bû û got:"Min di nava KJA û TJA'yê de cihê xwe girtiye. Min bi awayekî çalak li dijî tundiya li ser jin û zarokan û têkildarî  îstismara zarokan xebat kiriye. Di Komeleya Rosayê de min têkildarî jinên bi tundiyê rû bi rû diman xebat dan meşandin. Komeleyên min di nava wan de cihê xwe girt têkiliya wan bi rêxistnekê re tune ne. Di çarçoveya azadiya rêxistinê de ez beşdarî van faliyetan bûme. Ez beyanên şahidên nepen qebûl nakim."
 
Piştre meqama îddiayê mutalaya xwe ji dadgehê re pêşkeş kir. Meqama iddiayê daxwaza dewamiya girtinê kir. 
 
Parêzerê Zelalê Sidar Gumuş diyar kir ku girtina her tem muwekîla wî mexdûr dike û gotin ew tehliyeya muwekîla xwe dixwazin. Her wiha parêzer Diyar Çetedir jî wiha got:"Çalakiyên hatine kirin di pêvajoyeke îllegal de nehatine kirin. Îhtimala reşkirina delîl û revandina muwekîla min tune ye. Ez tehliyeya muwekîla xwe daxwaz dikim"
 
Biryara dewamiya girtinê
 
Heyeta dadgehê piştî navbera kurt daxwaza xwestina demê ya parêzeran qebûl kir. Heyeta dadgehê bi qeneata gumana bi hêz a sûc heye biryara tehliyeyê neda. 
 
Heyeta dadgehê rûniştina din taloqî 2'yê Îlonê kir.