Rûniştina rojnamegeran hat taloqkirin

  • 12:55 8 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rûniştina rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhanê MA’yê Sadik Topaloglû hat taloqkirin. 
 
Çaremîn rûniştina doza rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglû, li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Sadiye û Sadik ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Parêzerên wan li rûniştinê amade bûn.  Rexmî ku derbarê wî de biryara bi zorê anînê hebû jî şahid Ozgur Baran tevlî rûniştinê nebû. Rûniştinê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.
 
Parêzer Ayşe Acînîklî ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku wê di rojên pêş de heyeta dadgehê biguhere û daxwaz kir ku di dosyayê de biryar bê dayîn û wiha got: “Lêpirsînkirina Ozgur Baran girîng e lê nedîtina wî encamê aloztir dike. Derbarê biraziyê Sadik Topaloglû, Haci Yûsûf Topaloglû de jî heman îfade dabûn. Li wir li Ozgur Baran tê guhdarkirin lê tiştekî wî hev nagire û Haci Yûsûf Topaloglû beraet dike. Di sala 2014’an de dema ku Sadik ketiye dersên xwe Ozgur Baran li ser îfade daye. Ji ber vê dubare dibêjim ku agahiyên wî ne rast in. Ji ber ku agahiyên şaş daye ne girîng e ku îfadeya wî bê girtin. ” 
 
Piştre parêzer Ozcan Kiliç jî da zanîn ku îfadeyên şahid ji hêla hiqûqê ve tu girîngiyeke wan tune ne û ev tişt got: “Di dosyayê de 8 navnîşanên Ozgur Baran hene. Lê çawa çêdibe nayê dîtin. Ji ber ku derbarê gelek kesan de axiviye nayê tercîhkirin ku wî bînin. Em dubare dikin ku tu girîngiya guhdarîkirina Ozgur Baran tune ye.”
 
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê rûniştin taloqî 21’ê îlonê kir.