Rûniştina rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin

  • 11:51 8 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Rûniştina doza  rojnameger Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji aliyê dadgehê ve hat taloqkirin. 
 
Rûniştina rojnameger Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" doz li Rûkenê vekiribû. Di danişînê de parêzerê Rûken Demîr Zafer Încîn û Rûken Demîr amade bûn.
 
Ji ber şandeya dadgehê ya li danişînê dinêre bi destûr bû, şandeya nobedar biryara lêkolînkirina rapora sîber a derbarê materyalên dîjîtal û harddîskên ku dest danîne ser  hatiye amadekirin da.
 
Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 5’ê Cotmehê kir.