Hevşaredar Remziye Yaşar nehat tahliyekirin

  • 14:07 7 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar, a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin ji doza dihat darizandin nehat tahliyekirin û daneşîna wê hat taloqkirin.  
 
Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku di 15'ê Cotmeha 2019'an de li Enqerê hat binçavkirin ku ew anîn navçeya Gever a Colemêrgê û hat girtin, daneşîna 9'emîn a doza derbarê wê de hat dîtin. Di daneşîna ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin de Remziye, bi rêya Pergala Deng û DÎmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Jinan a Xerpêtê ku lê tê girtin tevli daneşînê bû. Daneşîna ku parêzer jî lê amade bû parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî daneşîn şopandin.  
 
Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û Remziyeya parastina xwe kir diyar kir ku derbarê wê de tu sûc nehatiye tespîtkirin û xwest bê beraetkirin.
 
Parêzerên Remziyeyê jî diyar kirin ku muwekîla wan bê sûc hatiye girtin û ji ber pandemiyê divê demildest serbest bê berdan. Piştî parastina parêzeran navber dan danişînê. 
 
Heyeta dadgehê, diyar kir ku dosya gelek berfireh e û ji bo ku mafê parastinê neyê binpêkirin daneşîn taloqî 3'yê Îlonê kir.